YNK'Ê LI GELEK DEVERAN DENGÊN XWE ZÊDE KIRIN
Li Baþûrê Kurdistanê ji sala 2005'an heta niha hilbijartinên parêzgehan yanî yên walîtiyan pêk nehatibûn.
Xelkê Baþûrê Kurdistanê piþtî 9 salan walî û meclîsên bajaran hilbijartin.
Gel ji bo ji bo parlementerên meclisa Bexdayê jî deng bi kar anî.
Desteya bilind a Hilbijartinê jî hin agahî dan.
li Iraqê 21 miliyon û 592 hezar û 882 hilbijêr hebûn, lê tenê 12 miliyon û 165 hezar kes çûne ser sandoqan.
Li gorî vê yekê rêje û asta beþdariyê li Iraqê ji sedî 60 (%60) e.
Li derveyî welat jî 165 hezar û 532 kesan dengê xwe bi kar aniye lê heta niha dengê wan nehatiye jimartin û encam eþkere nebûye.
141 kesî jî bi îdîa ya ku di hilbijartinan de hîle û dizî çêbûne, giliyê berpirsiyaran kirin.
Li gorî agahiyên ne fermî li baþûrê Kurdistanê dengê PDK'ê kêm bûne.
Dengên YNK'ê zêde bûne û wekî partiya duyem xuya dike. Goran jî bûye sêyem.
Li Kerkûk û Helebçê jî YNK bû partiya yekem.
Li gorî agahiyên heta niha bi dest ketine, Yekîtiya Nîþtimanî ya Kurdistanê YNK'ê li Kerkûkê 6 parlementer bi dest xistine.
PDK'ê parlementerek bi dest xistiye. Bi vî rengî ji 12 parlementerên Kerkûkê 7 yên partiyên kurd in.
Ji aliyekî din ve Dr.Necmedîn Kerîm serokê lîsta Yekîtiya Nîþtimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê rêjeya herî bilind a dengan li ser asta hemû Iraq û baþûrê Kurdistanê bi dest xist, û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi rêjeyeke bilind li pey xwe hiþt.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha li Kerkûkê dengên, dengdana teybet nehatine jimartin
Bi hejmartina dengê hêzên leþkerî re dibe ku hejmara parlementerên kurd zêde bibe.