ÇAV LI RÊ YE KU ENCAMA FERMÎ DI NAVA HEFTEYEKÊ DE EÞKERE BIBE
Ji bo hilbijartina walî û meclisa bajaran û her wisa ji bo parlementerên parlemena Iraqê, gel roja 30 nîsanê li Iraq û baþûrê Kurdistanê çû ser sandoqan.
Li gorî encamên ne fermî zêdetirî sedî 90 deng hatine hilbijartin û li parêzgeha Duhok û Hewlêrê PDK, li Silêmaniyê Goran, li Helebçe, Kerkûk û Xaneqînê jî YNK li pêþ e.
Li gorî daneyên ku li ber dest in, dengê PDK'ê li Duhok, Hewlêr û Þengalê kêm bûye.
Dengên YNKê jî li Duhok, Hewlêr û Þengalê zêde bûn.
Li gorî hilbijartinên meha Îlonê, vê carê dengê PDK'ê di navbera 8-9 puanan de kêm bûye.
Pispor li ser vê baweriyê ne ku ji ber siyaseta þaþ a PDK'ê ku li dijî Rojava pêk tîne, ji aliyê gel ve hatiye hiþyarkirin û lewre dengê wê kêm bûye.
Li Helebçe ku bo cara yekem e wekî parêzgah yanî eyalet tevlî hilbijartinan dibe YNK li pêþ e. Dîsa li Kerkûkê YNK bi rêjeyeke mezin bû partiya yekem, namzedê wê Dr. Necmedîn Kerîm li ser asta Iraqê dengê herî zêde girt. YNK heta niha li Kerkûkê 6 kursiyan bi dest dixe.
Piþtî ku dengê hêzên polîs û pêþmergeyan bêne jimartin, dibe ku degnê wê zêde bin. Li gorî çavkaniyên YNK'ê wê dengê wê li Kerkûkê bibe 210 hezar û wê 7 parlementeran biþîne meclisa Iraqê.
Li Mûsilê jî PDK wê çend kursiyên parlementoya Iraqê bi dest dixe.
Piþtî ku li baþûrê Kurdistanê hêjmartina dengan bi dawî bibe, wê sindoqên hilbijartinê biþînin Bexdayê û wê li wê derê jî careke din werin jimartin.
Tê payîn ku di nava hefteyekê de encamên fermî werin eþkerekirin.