Li Iraq û Baþûrê Kurdistanê encamên ne fermî yên hilbijartinê diyar dibin.
Li parêzgeha Dihok û Hewlêrê PDK, li Silêmanî Goran, li Helebce, Kerkûk û Xaneqînê jî YNK li pêþ e.
Li parêzgeha ereban Diyalayê jî YNK'ê parlementerek derxistiye.
Li gorî hilbijartinên meha Îlonê dengên PDK'ê ji 8% ketine.
Dengên YNK û Komeleya Îslamî li Duhok, Hewlêr û Þengalê zêde bûne.
Yêkîtî Nîþtîmanî Kurdistanê YNK'ê li Kerkûkê bi ferqeke mezin bû partiya yekemîn û 6 kursî bi dest xistin.
Li Silêmaniyê YNK'ê 10, Tevgera Goran jî 13 kursî bidest xistine.
Bi giþtî di hilbijartinan de dengên yêkgirtûy îslamî kêm bûne.
Li tevahiya Iraqê jî rêjeya hêjmartina dengan 63% derbas kiriye.
Piþtî ku li baþûrê Kurdistanê hêjmartina dengan bi dawî bibe, wê sindoqên hilbijartinê biþînin Bexdayê.
Heya niha di encamên giþtî yên Iraqê de PDK 28, YNK 20, Goran 10, Yêkgirtû 6 û komaley Îslamî 4 kursî girtine.
Li gorî encamên ne fermî zêdetirî 55% deng hatine jimartin, heya niha tenê jimartina dengên bajarok û navçeyan bi dawî bûye; jimartina rayên bajarên mezin didome.