WANGTON BIRYAR DA 27 MILYON DOLARN DIN J BIDE KOMN EKDAR
Dem : 2014.05.06  18:25:20
Dema ev aloziya navbera rxistinn muxalefeta Sr didome, Wangton biryareke balk da.

efê dîplomasiya DYAyê John Kerry diyar kir ku ewê mafê statuya dîplomatîk bidin muxalefeta Sûrî ya bi navê Koalîsyona Neteweyî ya Sûrî.

Li gorî biryarê wê Koalîsyoan Neteweyî ya Sûrî karibe li nav dewletên yekbûyî yên Amerîkayê ofîsek nûneriyê veke.

Waîngotonê da zanîn ku ewê 27 milyon dollarên din jî alîkariyê bide koalîsyona Sûrî bi wî ertî ku ji bo çekan bikar neyne.

Lê belê çavdêrên siyasî vê alîkariyê weke fermîkirina alîkariya Waîngtonê ya ji bo komên çete dinirxînin.

Bi vê alîkariyê re alîkariya Waîngtinê bi muxalefeta sûrî re wê bigihîje 287 milyon dollarî.

Alîkariya Waîngton bi navgîna dewleta tirk ji bo komên çete berê jî gelek caran hatibû rojevê.

Herî dawî rojnamevanê lêkolîner Seymour  Hersh li ser mijarê ji bo medyayê axivîbû û anîbû ziman ku ew di destê wî de belge hene ku Enqere û Waîngton ne tenê çekên konvansiyonel, çekên kîmyewî jî didin komên çekdar ên Sûriyê.

Doh serokê koalîsyona neteweyî ya Sûrî Ahmed Jabra û heyeta pê re çûbûn serdana Waîngtonê.

Tê payîn ku Jabra roa pênemê li gel efê dîplomasiya DYAyê John Kerry re jî hevdîtinekê pêk bîne.

342 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVN