Kea hevserok BDPa inar Demrkol, li Rojava jiyana xwe ji dest da
Dem : 2014.05.07  19:44:29
Kea Hevserok Rxistina BDP' ya naveya Amed inar Haim Demrkol, Hln Demrkol a 23 sal li Rojavay Kurdistan di pevneke di navbera YPG DAI' de jiyana xwe ji dest da. Demrkol ro d b definkirin. Demrkol ro d b definkirin.

Keça Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Amed Çinarê Haim Demîrkol, Hêlîn Demîrkol a 23 salî li Rojavayê Kurdistanê di pevçûneke di navbera YPG û DAI'ê de jiyana xwe ji dest da. Demîrkol îro dê bê definkirin. Demîrkol îro dê bê definkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê pitî ku li dijî êrîan seferberî hat îlankirin keça Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Amed Çinarê Haîm Demîrkol, Hêlîn Demîrkol tevli hêzên Rojava bû û di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatine bidesxistin, Hêlîn Demîrkol (Rûken Kobanê) ya di YPJ’ê de cih digirt di 5’ê Gulanê de li baûrê Kobanê li qada Girê Sêvê di pevçûneke bi çeteyên DAI’ê de jiyana xwe ji dest da.

Di vê pevçûnê de bi gitî 4 endamên YPJ û 3 endamên YPG’ê û her wiha 4 Rojavayiyên ku ligel YPG’iyan tevli pevçûnan bûn jiyana xwe ji dest da.

Di 3’ê Gulanê de li dijî Girê Sevê bi hezara kesên çekdar bi çar tankan dest bi êrîan kiribûn û du rojan pevçûnan berdewam kiribû.  YPG’ê di 5’ê Gulanê de çalakiyeke berfireh da destpêkirin û li Baurê Komanê û Rojavayê wê 43 endamên çeteyan hatibûn kutin û kesek û gelek amûr hatibûn desteserkirin.

Cenazeyê Hêlîn Demîrkol di 6’ê Gulanê de  ji Saziya Malbatên ehîdana Kobanê hat girtin û ji deriyê Kobaniya ser Xetê oxirê Amedê kirin.

Cenazeyê Demîrkol îro saet di 12.00’an de li goristana Yenîkoy a Amedê dê bê definkirin. Li gel parlametnerê HDP’ê û BDP’ê dê aredar jî di merasîma cenazeyê de amade bin.

KURÊ HEVAREDARÊ SÛRÊ JÎ JIYANA XWE JI DESTE DABÛ

Kurê hevserokê aredariya Sûrê yê BDP’ê Seyîd Narîn, Dilad Amed (Alî Narîn) yê 22 salî ku di nava refên YPG’ê de cih digir di pevçûnên Rojava de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Dilad Narîn di 5’ê Gulanê de li Amedê mala înê ya Haniyê hatibû avakirin.  Bav Narîn di înê de axivî û got: “Kurê minjî bo jio gelê xwe azadiya birayan li dijî çeteyan têkoîn daye.  di encama vê têkoînê de gihit ehadetê.  Em vê jî ba dizaninin ku her hevalê me yê ku digihêje ehadetê di heman demê de gelê me pêngav bi pêngav digihîne azadiyê.

Dayik Vesîle Narîn jî diyar kir ku ew ji ber mirina kurê xwe nagirî û got heta kurd mafên xwe bidest nexînin dê negirî, heta Rêber Apo azad nebe, heta gerîlayên çiyan tevli siyasetê nebin, kurdistan azad nebe dê negirî. Narîn anî ziman ku kengê serkeftin bê bidestxistin wê demê dê rondikên çavan bibarîne.

Kurê hevserokê PYD’ê Salîh Muslim, ervan Muslim jî di 9’ê cotmeha 2013’an de li rojavayê Til Ebyadê di pevçûneke bi DAI’ê re jiyana xwe ji dets da bû.

672 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN