Mal  -  JIN
LEYLA QASIM DI 22 SALIYA XWE DE BIRIN SÊDARÊ
Dem : 2014.05.12  18:18:46
Îro salvegera roja darvekirina þoreþgera jin a kurd Leyla Qasim e. Tam beriya 40 salan dema ku Leyla Qasim ber bi sêdarê ve diçû gotina wê ya dawî wiha bû: Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuþtina min bi hezaran Kurd wê ji xewa giran þiyar bi bin.

Îro salvegera roja darvekirina þoreþgera jin a kurd Leyla Qasim e.

Tam beriya 40 salan dema ku Leyla Qasim ber bi sêdarê ve diçû gotina wê ya dawî wiha bû:

Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuþtina min bi hezaran Kurd wê ji xewa giran þiyar bi bin.


LEYLA QASIM
DI 22 SALIYA XWE DE BIRIN SÊDARÊ
 
NAVDAREN KURD - LEYLA QASIM - NK-0013 arþivden de

Leyla Qasým, di sala 1952an de li Kerkukê çavê xwe li dinyayê vekir.

Piþtî dibistana seretayî û navîn tevî malbata xwe koçî Bexdayê kirin.

Û li Bexdayê lîse temam kir.

Leyla di 20 saliya xwe de yekîtiya xortên kurdistanê nas kir û destek da wan..

Qasim di vê demê de biryar da û tevlî peþmergeyan dibe.

Leyla Qasim di wê dema ku tevlî pêþmergeyên PDKê dibe, Kurdistan, bi taybetî jî baþûrê kurdistan di pêvajoyeke pirr hesas re derbas dibe.

Û di sala 1974'an de rejîma Baas li hemberî kurdan þer da destpêkirin.

Malbatên kurd ji Bexdayê derxistin.

Û bajarê Qeladizê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Paþê rejîmê Helebçe bombebaran kir û bû sedama mirina bi hezaran kesên sivîl.

Leyla Qasim û hevalên wê li hemberî wê hovîtiya dihat kirin, bi biryar bûn ku bêdeng nemînin.

Û wê jî weke berxwedera Filîstînî Leyla Xalid plana revandina balafirê kir.

Lê belê hê di despêka amadekariya çalakiyê de Lelya Qasim û hevalên xwe ji aliyê hêzên Baasê ve hatin ferqkirin û girtin.

Di Nîsana sala 1974an de di êþkenceyên giran lê hatin kirin.

Û piþtî jêpirsîneke sexte, di 12'ê Gulana heman salê di saet 7'ê sibê de hat dardekirin.

Leyla Qasima a 22 salî, dema li ber sêdarê bû, Baasiyan jê xwest poþman bibe, wê ev bersiv da wan:

Eger di jiyanê de tiþtekî ez jê poþman bûbim hebe, ev jî ew e ku ez dimirim bêî ku karibim demeke dirêj ji bo gelê xwe xebatê bikim. Eger pêwist be ez daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwazim, ji ber ku min nekarî zêdetir xebatê ji bo doza gelê xwe bikim.

Leyla Qasim herî dawî jî wiha got:

Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuþtina min bi hezaran Kurd wê ji xewa giran þiyar bibin.
Ez pir kêfxweþ im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.

Û Leyla bi sirûda neteweyî Ey Raqîp ber bi sêdarê ve meþiya.

541 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN