Polîtîkayên qirêj ên hikumeta AKP'ê li ser girtîgehan dewam dikin.
Girtiyên nexweþ jiyana xwe ji dest didin lê berpirsiyarên AKP'ê bêdengiya xwe diparêzin.
Li girtîgeha Tîpa H a Erzeromê jî malbatên ku tên hevdîtina zarokên xwe di bin zilma rêveberîn gertîgehê de hevdîtin bi zarokên xwe re dikin..
LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINA MAFAN
LI ERZEROMÊ ZILMA GIRAN
Malbatên girtiyên ku li girtîgeha Tîpa H a Erziromê dimînin, gotin di hundur de li zarokên me, li derve jî li me zilim tê kirin.
Malbatan, girtîgeh þibandin dojehê û gotin:
"Di nîvê zivistanê de me li derve di bin baranê û di nav çamurê de disekinînin."
LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINA MAFAN
LI GIRTÎGEHA TRABZONÊ CEZAYÛ DISIPLÎNÊ
Li dijî 35 dîlên li zindana Tîpa E ya Trabzonê, piþtî ku xendekên PDK protesto kirin, lêpirsîn hat vekirin.
Piþtê lêpirsînê cezayê "Ji dûrxistina mafên civakî" dan 35 dîlan.
GIRTIYÊ NEXWEÞ HAYRETTÎN BEÞTAÞ
REWÞA BEÞTAÞ ÇIKAS DIÇE XETER DIBE
Dîlê nexweþ Hayrettîn Beþtaþ ê 62 salî ku ji zindan Tîpa F a Takîrdag'ê surgunê Girtîgeha Saray'ê kirin, her diçe rewþa wî xerab dibe.
Mesut Beþtaþ, piþtî ku bi bavê xwe re hevdîtin kir, di derbarê rewþa bavê xwe de wiha got;
"Rewþa tenduristiya wî xeter e. Dibin nexweþxaneyê derzîyek lê dixin û tînin. Tu tedawî nayê kirin."
GIRTIYÊ NEXWEÞ GIYASETTÎN SEVMÎÞ
'DIBE KU DI HEMAN DEMÊ DE AGAHIYA MIRINA WÎ BÊ'
Girtiyê nexweþiya Wîlsonê Giyasettîn Sevmîþ ê ku sirgunê girtîgeha Tîpa D a Amedê kirin, li benda neqla kezebê ye.
Giyasettîn Sevmîþ, tevî rapora ku "nikare di girtîgehê de bimîne" jî nayê berdan.