Leþkerên tirk li ser sînor jina bi navê Þuai Husiyin El Ubeyt qetil kirin, 5 welatiyên ereb birîndar kirin..
LI SER SÎNOR HOVÎTIYA LEÞKERÊN TIRK
JINA BI NAVÊ ÞUA HUSEYÎN EL UBEYT HATE QETILKIRIN
Malbateke Ereb a ji ber þerê qirêj ê li Sûriyeyê direviya, xwest derbasî Tirkiyeyê bibe.
Lê belê leþkerên tirk li ser sînor endamên malbatê gulebaran kirin û ji malbatê kesek hat kuþtin, kesekî din jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji malbatê hatin wergirtin, leþkerên Tirk ên pê hisiyan ku endamên malbatê wê di sînor re derbas bibin, kemîn li pêþiya wan danîn.
Balkêþ e ku leþkerên tirk sed metre li nava sînorê Sûriyê kemîn danîn û gule li malbatê reþandin.
Encama gulebaranê de jina bi navê Þuai Husîyîn El Ubeyt jiyana xwe ji dest da, Îsmaîl Mihimed Debûs birîndarbû..
Sahidên bûyerê derbarê bûyerê de agahî dan Ajansa Nûçeyan a Firatê...
Hevserê Þua Huseyîn El Ubeyt jî, Ehmed Salêh Ehmed bibîr xist ku dema wan xwest sînor derbas bikin leþkerên tirk gule reþandin ser me û hevsera min qetil kirin..
Di encama heman bûyerê de kesên bi navên Sibhî Mihemed Debûs, Ferês Cesêm Elcibo, Hemedî Ubêd Eltebo û Îzio Hesûn, Ubêd Elcibo winda bûn, û tê gotin ev kes di destê hezên tirk dene..
Li navçeya Cizîrê ya Þirnexê di 18'ê gulanê de jî jina bi navê Saada Darwîch dema ku bi bav û 2 zarokên xwe re derbasî Tirkiyeyê dibû leþkeran li ber çavê zarokên wê ew qetilkiribûn.
Di heman þevê de zarokê bi navê Alî Ozdemîr ê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê sînor derbas dikir ji aliyê leþkaran ve bi giranî hatibû birîndarkirin.