LI AGIRIY BI DEH HEZARAN KES TEVL MITNGA BDP' BN
Dem : 2014.05.30  16:52:40
Di 1' hezran de hilbijartina aredariyan li Agir Norn dbare dibin. Di aroveya xebatn hilbijartinan de BDP' li Agiriy mitng lidarxist. Bi deh hezaran kes, ji niha de serkeftina Agiriy prozkirin.

Di 1'ê hezîranê de hilbijartina aredariyan li Agirî û Norînê dûbare dibin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de BDP'ê li Agiriyê mitîng lidarxist.

Bi deh hezaran kes, ji niha de serkeftina Agiriyê pîrozkirin.

'BI RÊVEBERIYA XWESER BER BI NASNAMEYA AZAD'
LI AGIRIYÊ BI DEH HEZARAN KES TEVLÎ MITÎNGA BDP'Ê BÛN

Ji ber sextekarî û hîleyên AKP'ê di 1'ê Hezîranê de wê li Agirî û Norînê hilbijartina aredariyan bên dûbare kirin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de BDP'ê li Agiriyê mitîng lidar xist.

Tevî bi deh hezaran kesî, namzedên Agiriyê Sirri Sakik û Mukades Kubilay, hevserokê BDP'ê Selahatîn Demîrta, aredarên BDP'ê û parlementerên HDP'ê bedarî mitîngê bûn.

Heyeta BDP'ê li qada Mitingê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêwazîkirin.


Pitî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê hevserokê BDP'a Bajêr Necmetîn Efe gel silav kir.

Paê parlementerê HDP'a bajêr Halîl Aksoy xîtabî welatiyan kir û ji niha de serkeftina Agiriyê pîroz kir.


Namzedên BDP'a Agiriyê Sirri Sakik û Mukades Kubîlay derketin pêberî gel û ew silavkirin.

Kubîlay di axaftina xwe de daxuyakirin ku bi xebatên zelal ew ê hem xwe hem jî bajarê xwe bi rêve bibin û got:

Niha çavê Kurdistan û Tirkiyê li me ye, emê di 1'ê hezîranê de mizgîniya xêrê bidin herkesî...

Sirri Sakik, pitî ku gel silavkir û got:

'Bi mehane em bi hevre xebatên hilbijartinê dimeînin. Di 1'ê hezîranê de emê xwedî li keda xwe derkevin. Ji ber ku ev hilbijartin ne hilbijartineke normal e. Ev hilbijartin, hilbijartina exlaq û wijdanê ye.'

Pitre aredara bajarê mezin a Amedê Gultan Kianak derket Platformê û xelkê Agiriyê silav kir.

aredarê berê yê Amedê Osman Baydemir jî xîtabî welatiyan kir û wiha got:

Paê hevserokê BDP'ê Selahatîn Demîrta xîtabî êniyên Agiriyê kir.

Demîrta di destpêka axaftina xwe de li ser navê partiya xwe sekna xelkê Agiriyê silavkir û malavahiya wan kir.

Demîrta di dewama axaftina xwe de jî balkiand ser hilbijartina 1'ê hezîranê û got:

'Ji bo dubare bûna hilbijartinê em ne xemgîn in. Ji ber ku di nava 2 mehan de, emê li Agiriyê 2 caran AKP'ê têk bibin. Êdî ew bixwe dizanin. Ew weke gureçiyên ku winda dikin têr nabin. Ku wisa be, nexwe di 1'ê hezîranê de emê dîsa zîhnîyeta AKP'ê bin ax bikin.'


Demîrta di dawiya axaftina xwe de serkeftina Agiriyê niha de pîroz kir.


550 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN