Lceyiyan: Peyma Ocalan d diyarker be
Dem : 2014.06.01  21:50:58
Endamn Platfroma Ked Demokrasiy ya Amed li Lcey welatiyn berxwe didin ziyaret kirin. Endamn platform, diyar kirin ku ew d d tevl berxwedan bibin. Welatiyn di kon berxwedan de j diyar kirin ku pit hevdtina mraliy peyam ji wan re t d diyarker be.

Endamên Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Lîceyê welatiyên berxwe didin ziyaret kirin. Endamên platformê, diyar kirin ku ew dê êdî tevlî berxwedanê bibin. Welatiyên di konê berxwedanê de jî diyar kirin ku pitî hevdîtina Îmraliyê peyam ji wan re tê dê diyarker be.

Endamên Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo pitgiriyê bidin welatiyên li navçeya Lîceyê ya Amedê li dijî çêkirina qereqol, qeleqol, benda û operasyonên lekerî berxwe didin çûn herêma. Platfroma di nave de BDP, HDP, KESK, Egîtîm Sen, SES, BES, Tarim Orkam Sen, Diyar TUHAD-DER, MEYA-DER û gelek rêxistinên din ên sivîl heyî serê sibê ber bi Lîceyê ve derketin rê û konvoya platformê li derketina Amedê de polîsan li Midûriyeta axa Trafîkê ya Herêmê ve hatin rawestandin. Pitî polîsên sivîl û fermî lêgerîn pêk anîn konvoyê careke din derket rê. Koma li herêmê Cîllîkê ji wesayîtan hate xwarê û meiyan. Di meê de pankrata "Ji qeleqol, qereqol, xendek, diwar, darvekirin û siyaseta komkujiyê re bêje raweste, deng bide dengê me" hate vekirin û sloganên "Bijî Kurdistana azad", "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Lîce îsyan e ji Kurdistanê re silav e" hatin berzkirin. Li qada berxwedanê jî bi sloganên "Tekoin, berxwedan reya me reya ehidan" û "Reya ehid reya me PKK partiye me" hatin pêwazîkirin.

'Dê hevpar di berxwedanê de cih bigirin'

Serokê Tum Bel-Sen'ê yê Amedê Muhsîn Uyanik, li ser navê Endamên Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê berxwedan silav kir. Uyanik, diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyekî gelek girîng û zor de derbas dibe û ji bo azadiya gel 40 salin têkoîn tê meandin û têkoîn gihitiye astekî gelek girîng. Uyanik, anî ziman ku gelek nêzî azadiyê bûne û ew jî perçeyekî vê têkoînê ne û dê xwedî li xweza, gel derbikevin. Uyanik wiha bang li hikûmetê kir: "Bendav, qereqol û qeleqol çareserî nîn e. Divê bersiv ji hevdîtinan re bê dayîn. Ev dê tevkariyê bidin pêvajoyê. Êdî ev hevpar jî dê di berxwedanê de cihê xwe bigirin. Em dixwazin demildest dest ji çêkirina qereqolan û operasyonên bê berdan."

'Her derê bikin qada çalakiyan'

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku hatin rêxistinên sivîl ên civakî watedar e û li hemberî êrîên pergalê dê bi rêxistinbûnê bersiv bidin û wiha got: "Divê hemû kes xwedî li têkoînê derbikevin û ji her qadê hêzê tevlî vê hêzê bikin. Her qadê bikin cihê çalakiyê. Banga me ji dewletê re ew e ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re dikin vegerînin muzakereyan û bersiva daxwazên gel bidin."

Di daxuyaniya li ser navê Înîsiyatîfa Gel de hat dayîn de jî banga xwedî derketinê hate kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku peyam pitî hevdîtina Heyeta HDP'ê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji Îmraliyê bê dê ji bo wan diyarker be.

587 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN