Ev demeke bi avayekî þerê psîkolojîk, malbatên zarokên wan tevli PKK'ê bûne di rojevê de tên girtin.
Piþtî Hasan Salik ê 15 salî yê di 2011'an de hatibû girtin, û 45 sal ceza lê hate birîn, niha jî derket holê ku li Yalçin Yanar ê 19 salî jî 110 sal cezayê giran hatiye birîn.
Yanar, di sala 2010'an de tevli PKK'ê bû û piþtî salek û 8 meh di nava PKK'ê de ma, di sala 2011'an de li Sêgoþeya Dara Hênê, Licê-Xarpêtê de hate girtin.
Dadgehê pêþî 6 caran cezayê muebetê da Yanar, piþt re jî ji ber temenê wî biçûk e, ceza daxist 110 salan.
Yanar niha di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de tê girtin.
Yalçin Yanar ê ku polîtîkayên dewleta tirk qebûl nekirin, tevlî PKKê bû, çîroka tevlibûna xwe ya nava PKKê ji Dîhayê re vegot..
Yanar, diyar kir ku ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tevli PKK'ê bû û da zanîn ku tu kes bi zorê tevli PKK'ê nabe û got: Zarokên kurdan bi zilm û êþkenceya dewletê mezin dibin. Min bi xwe biryar da ez tevlî PKKê bûm."
Bavê Yanar, Îhsan Yanar got pêwîste Serokwezîr Erdogan rewþa van zarokên ku ev qas sal ceza li wan hatiye birîn, bibîne.
XWENDEKARA LÎSE GULSUM KOÇ
LI KOÇ 34 SAL CEZA HATIYE BIRRÎN
Li aliyê din Daîreya Cezayê ya Yargitayê cezayê derbarê Gulsum Koç de erê kir.
Daîreya Cezayê ya Yargitayê jî cezayê heta heta û 26 sal, 8 meh cezayê girtîgehê erê kir.
Li gorî vê yekê wê Gulsum Koç 34 sal di girtîgehê de bimîne.