LI IRAQ RIN ETEYN DA' ALOZIY ZDE DIKIN
Dem : 2014.06.09  17:17:26
eteyn DAI' yn ji qelsiya arta Iraq sd werdigirin, ji pr ve ye ketine nava Musil hermeke girng dagir kirine.

'ÊRIÊN DAÎ'Ê DIKARIN TESÎRÊ LI SAZKIRINA HIKÛMETÊ JÎ BIKIN'
Êrîên çeteyên DAIê yên gihitin parêzgeha Mûsil a ku piraniya êniya wê Kurd in.

Li herêmê erên dijwar ên di navbera hêzên DAÎ û Artêa Iraqê de didomin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Iraqê de 37 mîlîtanên Daîê hetine kutin.

Serokê Meclîsa Wîlayeta Mûsilê Bear Kîkî diyar kir ku "Beeke bajêr bi temamî di bin kontrola DAI'ê de ye."

Dîsa Kîkî da zanîn ku gelek kes neçar man ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û wan ji hêzên baûr alîkarî xwestine.

Bi taybetî Kurdên Êzidî neçar man berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Li ser vê pêketinê, hêzên Pêmergeyan jî ketin nava liv û tevgerê.

Hate ragihandin ku hêzên Pêmerge veguhestine ser sînorê li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê.

Berdevkê Wezareta Pêmergeyan Cebar Yawer got, hêzên wan her tim li hemberî bûyerên bi vî rengî di alarmê de ne û da zanîn ku heta niha ji bo bikevin tevgerê tu fermanek ji wan re nehatiye.

Li aliyekî din, Parlementerê Kurd ê Parlementa Iraq Mehmûd Osman bi daxuyaniya xwe ya ji bo PUKmedia ya têkildarî bûyerê anî ziman ku ev rew dikare tesîrê li pêvajoya avakirina hukûmetê jî bike.

Osman di daxuyaniya da got: "Rewa ewlekariyê  ji hev ketiye" û wiha domand:

"Pirsgirêk ne tenê di rêxistina terorê de DAI de ye, pirsgirêk ew e ku bêtirî xelkên Mûsil, Enbar, Diyala û Selahdedîn li DAI hevkariya DAIê dikin, ji ber ku dawxwazên wan ji hikûmetê hebûn û heya niha hikûmetê ew daxwaz pêk neanîne."

353 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVN