Mal  -  ROJANE
PERVÎN BULDAN, HEVDÎTINA BI OCALAN RE VEdIBÊJE
Dem : 2014.06.10  19:29:27
Heyeta HDPê piþtî komkujiya li Licê doh çû grava Îmraliyê û bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî..

Alîkara serokê koma HDP Perwîn Buldan, hevdîtina bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji ajansa nûçeyan ANF re nirxand.

Buldan dibêje; ji bo hevdîtinê saet 13.30 an de gihiþtine Grava Îmraliyê.

Û li odeya ku her tim lê rûdinên, bi qasî 2 saet me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Rewþa tendurustî û moralê wî baþ bû. Ji bo her kesî silav þandin.

'SEDEMA BÛYERÊN LI LICÊ GAVNEAVÊTINA AKP YE'
Buldan diyar dike, ku Ocalan di serî de ji bo malbatên her du kesên ku li Licê ji aliyê eskerên Tirk ve hatin qetilkirin, gelê Licê û ji bo tevahiya gelê kurd sersaxî xwest.

Ocalan nazikî û giringiya dîrokî ya pêvajoyê destnîþan kiriye û gotiye, divê her kes bi baldarî tevbigere û ti kes nekeve tora provakasyon û dek û dolaban.

'DIVÊ AKP DEV JI AMADEKARIYÊN ÞER BERDE'
Buldan got, Ocalan li dijî avakirina kelehkolan jî nerazîbûn nîþan daye û AKP wiha hiþyar kiriye:

'Divê AKP dev ji avakirina kelehkol û amadekariyên þer berde.

Ocalan gotiye; avakirina kelehkol, qereqol, rêyên ji bo ewlekariyê û avakirina bendavan zirar didin pêvajoyê. Gel ne razî ye.

Lewma ti tiþtên dîmenên þer derdixînin ber çavên gel, neyên çêkirin. Kelehkol jî yek ji van e û Licê herêmeke hessas e.

PEYAMÊN OCALAN
'DIVÊ ÇÊKIRINA KELEHKOLAN RAWESTE'
Buldan got, Ocalan bang li AKP kir da ku bi berpirsiyarî tevbigere û wiha gotiye;

'Ez dibêjim pêvajoya ku em gihiþtinê hêvî dide, lê bi taybetî ez dixwazim AKP hinekî din bi berpirsiyarî û baldarî tevbigere. Divê çêkirina Kelehkolan demek ji ya din zûtir raweste û tiþtên ku dîmenên þer û amdekariyên þer derdixin holê, neyên çêkirin.

Ocalan herwiha di hevdîtinê destnîþan dike, ku divê her kes ji hêmanên ku bingeha provakasyona diafirînin dûr bisekine.

Û lêkolînkirina bûyera daxistina ala tirk ya li AMedê jî xwestiye û ev hiþyariyê kiriye;

'Ez dixwazim weke hiþyariyeke girîng vê yekê destnîþan bikim: Ti carî helwesteke me ya li dijî nirxên neteweyî û sembolên wan çênebûye û me ti neteweyî rencîde nekiriye û nabe jî. Ev provakasyona dawî ya daxistina alê jî bi armanca sorkirina gelê tirk li hemberî me pêk hatiye. Lewma lazime û ferze ku sazî û dezgehên her du aliyan bi lezgînî êv bûyerê hûr bikolin û encamên wê bi tevahiya gelê me re parve bikin.

541 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE