LI GIRTGEHAN RIH 12' LON ZIND DIBE
Dem : 2014.06.11  17:44:20
Li girtgehan pkannn wek 12' lon dubare dibin. Rvebera TUHAD-FED'a Enqer Havva Ozcan, diyar kir ku li girtgehan her ku die zext zde dibin.

Li girtîgehan pêkanînên wekî 12'ê îlonê dubare dibin.

Rêvebera TUHAD-FED'a Enqerê Havva Ozcan, diyar kir ku li girtîgehan her ku diçe zext zêde dibin.


LI GIRTÎGEHAN RIHÊ 12'Ê ÎLONÊ ZINDÎ DIBE
TUHAD-FED'A ENQERE BANGA HIYARIYÊ KIR

Li girtîgehan bi sedan girtî di sînorê mirinê de dijîn lê hê jî rayedarên dewletê bêdeng in.

Di heman demê de li girtîgehên zext û zordariyên li hember girtiyan jî her ku diçe zêde dibin.

Li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, li hewa girtîgehê kamera hat bi cîkirin.

Girtiyan ev kameraya ku bi awayekî dij-qanînî hat bicihkirin, ikand.

Rêveberiya girtîgehê der barê girtiyan de, bi daxwaza cezayê hucreyê lêpirsîn vekir.

Her wiha li hinek girtîgehan jî pêkanînên dij-qanûnî yên weke bêdestûr wêne kiandin, lêgerîna tazî zêde bûne.

Li hember vê yekê girtî jî çalakî û grevên birçîbûnê dikin.

Rêvebera TUHAD-FED'a Enqerê Hava Ozcan, balê dikiîne ser girtîgeha Yozgatê

Û diyar dike ku 10 girtiyên PKK'î 5 sal in di odeyên muahedeyê de têne girtin.

Ozcan, dibêje li girtîgeha Çankiri, Çorum, Afyon û Dînarê jî pêkûtî hene.

Ozcan, dide zanîn ku li Girtîghe Tîpa F ya Sîncanê jî gelek girtiyên nexwe hene û wana nabin nexwexaneyê.

Ozcan wiha axivî;

"Li vê girtîgehî rewa Gulsen Adet giran e. Divê her tim biçe kontrolê, lê nabin nexwexanê."

Ozcan bang li Erdogan dike û wiha dibêje;

"Behsa pêvajoyê dikin, lê ev bandora xwe li ser girtîgehan nake.

Pêvajoya atiyê negihîtiye nava girtîgehan."

Rêveberê TUHAD-FED'a Enqerê Mehmet Baytekîn jî diyar dike ku di sewqkirina girtiyên nexwe de pirsgirêk tên derxistin.

Baytekîn, dibêje ku çûyîna nexwexaneyê vediguhere êkenceyê.

Baytekîn herwiha behsa pêkanîneke sosret a dij mirovî jî kir û got:

"Dermanê serêê didin nexweên pençeêrê."

540 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE