Mal  -  POLTKA
HDP bi misyon bernameyek n dikeve kongrey
Dem : 2014.06.13  16:57:46
Hevserokn Git yn HDP Sebahat Tuncel Ertugrul Kurku, dan diyar kirin ku w di kongreya ku 22 Hezran b li darxistin de w nbna rze tuzuk bernamey bikin danansna rol misyon pkbnin. Girday kongrey rojev daxuyaniyn giring dan.

Hevserokên Gitî yên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, dan diyar kirin ku wê di kongreya ku 22’ê Hezîranê bê li darxistin de wê nûbûna rêze tuzuk û bernameyê çêbikin û danansîna rol û misyonê pêkbînin. Girêdayî kongreyê û rojevê daxuyaniyên giring dan.

Hevserokên Gitî yên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu girêdayî kongreya 22’ê Hezîranê de li avahiya bajarê Enqereyê civîna çapemeniyê pêkanîn. Di civînê de yekem Kurkçu ku axivî, da diyar kirin ku li cihên jin lê erkdar bin, çi bibêjin wê ew pêkwere. Kurkçû da diyar kirin ku ji bo jinan ji danasîan kotayê zêdetir mafê qada xebatê qezenc kirine û bal kiande ser ku wê di girtina hemû biryaran de ev wiha be.

HEVSEROKATIYA KU AKP DIPEJIRÎNE YA ZILAM BI ZILAME!

Kûrkçû da diyar kirin ku wê di pîvanên rêveberiya bajaran de jî vê bingeh bigirin, dema ku hevserokatî ket destûra bingehîn de, wê demê di vê mijarê de ka wê çiqas serbilin bin dê kêmbe û wiha got: “Em serkeftina daxwaza ku bi salan li pit sekinîn dijîn. Hevserokatî di vê çerçeveyê de di rêveberiyên bajarê û navçeyan de bê sererast kirin. AKP her çendî weke du zilam jî xeyal bike hevserokatiyê, rewekî îronîk li vir heye.”

‘EM JI BO XWE ERKA NAVNETEWÎ DIYAR DIKIN’

Kurkçû girêdayîk hususên ku di kongreyê de weke tuzukî nûkirin cih bigirin wiha got: “Di bernameya me de gûhertin hene. Bernameya Komare û xweseriya demokratîk ji bo bi temamî nûbikin, em bernameyekî rêzkirinê ya ku li derdora vêna bigere hedef dikin.”

JI BO NAMZETIYAN ZELALBUN ANÎ

Kurkçû di mijara hevserokatiyê de da diyar kirin ku serlêdan û pêniyarên wan yên namzetîbûnê hene û wiha got: “Vane saziya me a amade dinirxîne. Emê bigehin biryarekî û bi lîsteya xwe bikevin kongreyê.”

TUNCEL: BERPIRSIYARTIYÊN HDP’ê MEZININ

Pitî Kurkçû ûnde Tuncel ku axivî wiha got: “Hem li Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiyê pêketinên hene, di demekî ku pirsgirêka Kurd tê nîqa kirin de, diyare ku wê HDP berpirsiyartiyên mezin bigire ser xwe. Li hemberî saziyên siyasetê bê bawerbûnekî mezin heye. Me ev li Soma û Lîcê dît. Li hemberî kiryarên AKP’ê nerazîbûnên mezin hene. Li hemberî vêna li dijî siyaseta ku nebû muxalefeta bingehîn jî bêbawerî heye.”

‘EM DI ÎDIA KU DENGÊ GEL BI HÊZ BIDIN DIYAR KIRIN!

Tuncel da diyar kirin ku pêkhatina HDP’ê ne nûye, pitî tekoîna 30-40 salan bedenek girt û wiha got: “di 10 salên dawî de ji bo vê pêkhatinê yên ku ket dane, yên ku hewildan dane em sipasiyên xwe jêre pêkê dikin. Lê me di nava 3 salên dawî de bi kedekî zêde berxwedan meand. Dema ku me destpê kir, me pêkhatina siyasî kirina civakbûn hedef kiribû. Em di îdiaya ku ne li ser navê gel, bi êweyekî bi hêz bibin dengê gele. Em dinava nêzikatiya ku dengê gel bilind bikin û bidin bîhîstin.”

JI BO KONGREYÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Tuncel da diyar kirin ku pirsigêkên li Tirkiyê nehatine çareser kirin wê qada çareseriyê bibe HDP û got ku: “ji aliyê partiya desthilatdar ve ev çend bi êrikar û gefwarî polîtika meandin, ji bo partiya me jî cihê wê yê kar mûxalefeta bingehîn be. Emê rêbazekî siyaseta nû bi raya Tirkiyê re parve bikin. Kes ne bê çare ye. Bi nêzikatiya demokratîk, azad û wekheviyê ber bi serokkomariyê ve…”

406 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA