Mal  -  JIN
'JIN JI BO RBER AZADIYA XWE DI NAVA ALAKIYAN DE NE'
Dem : 2014.06.13  17:00:26
Hema bj her roj li navendek jin ji bo azadiya rber gel kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan. Li Srt jin bi mealeyan meiyan. Li Stenbol j heta niha 700 hezar mze ji bo azadiya Ocalan hatine komkirin.

Tevgera Jina Azad û Demokratîk çalakiyên xwe yên ji bo Azadiya Ocalan didomîne..

DOKH tevî Amedê, li 5 navendan wê mîtîngên mezin lidar bixe..


"JIN JI BO RÊBERTÎ Û AZADIYA XWE DI ÇALAKIYAN DE NE"
DOKH WÊ LI 5 NAVENDAN MITÎNGAN LI DAR BIXE

Tevgera Jina Azad û Demokratîk DOKH, xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya "Jin ji bo rêbertî û azadiya xwe di çalakiyan de ne" dewam dike.

Jinên ku li gelek navendan çalakî û me li dar xistin, vê carê amadekariyên mîtîngên mezin dikin.

Di vê çarçoveyê de

JIN JI BO AZADIYA OCALAN LI QADAN IN

19'ê Hezîranê li Amedê,

20'ê Hezîranê li Bazîdê,

24'ê Hezîranê li navçeyên irnex Cizîr û
navçeya Mêrdîn Nisêbînê,  

26'ê Hezîranê jî li Wanê

wê mitîng bên lidarxistin.

Der barê mîtîngên bi slogana 'Çareserî û Azadî' de Endama Komîteya Amadekar a Mitîngê Meral Demîroglu agahî dan û got:

'Tevî parlementerên HDP û Rêveberên BDPê wê gelek nûnerên rêxistinên civakî jî tevlî mîtîngê bibin..'

Demîroglu, diyar kir ku bi pêkanîna van mîtîngan armanca wan ew e ku pêvajoya diyalogê bixin rojeva cîhanê û ji bo mîtînga 19ê Hezîranê ya ku wê li qada Stasyonê pêk were, banga tevlîbûna girseyî li gelê Amedê kir..

Hema bêjê her roj li navendekê jin ji bo azadiya rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.

Li Sêrtê jin bi mealeyan meiyan.

Li Stenbolê jî heta niha 700 hezar îmze ji bo azadiya Ocalan hatine komkirin.

'JIN JI BO RÊBER Û AZADIYA XWE DI NAVA ÇALAKIYAN DE NE'
LI SÊRTÊ JINAN MEEKE MEALEYÎ LI DAR XIST
Jin di çarçoveya kampanya DOKHê ya "Jin ji bo azadiya rêberê xwe û azadiya xwe di nava çalakiyê de ne" li ser piyane.

Bi vê armancê jinan li Sêrtê meeke mealeyî li dar xist.

Jin li ber nexwexaneya bajar li hev kom bûn û ber bi parka Orhan Dogan ve meiyan.

Pitî meê endama DOKH'ê Kiymet Mut daxuyanî xwend.

Mut got, em jin ji bo ku birêz Ocalan bi awayeke aktîf di pêvajoyê de cih bigre têdikoin.

Kiymet Mut anî ziman ew dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Daxuyanî bi sloganan bi dawî bû...

KAMPANYAYA ÎMZEYAN A 'JI OCALAN RE AZADÎ'
LI STENBOLÊ 700 HEZAR ÎMZE HATIN BERHEVKIRIN

Xebatên kampanyaya "Ji Ocalan re azadî" ya starta wê ji aliyê Platforma ji Ocalan re Azadî ve hate dayîn didomin.

Bi vê armancê li Stenbolê ji bo azadiya Ocalan 700 hezar îmza hatin komkirin.

ist-13-06-14-dokh-ocalan-ozgurluk-kampanya

Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'a Stenbolê Semra Demîr, der barê xebatên berhevkirina îmzeyan de agahî dan.

Demîr diyar kir, wan li Stenbolê di nava mehekê de xebatên girîng dan meandin û got,

Tevî hemû astengan jî emê xebatên xwe bidin meandin, emê li ser pêvajoyê konferans, panel û forûman li dar bixin.

Herî dawî Semra Demîr anî ziman li Stenbolê hedefa wan ji bo azadiya Ocalan komkirina 2 mîlyon û 500 hezar îmze ne.

336 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN