Mal  -  POLTKA
KONGREYA HDP'
Dem : 2014.06.18  17:31:40
Partiya demokratk a gelan HDP di 22 meh de kongreya xwe li dar dixe. Ji bo hevserokatiya partiy j nav Selahatn Demrta Fgen Yuksekdag derdikeve p.

Partiya demokratîk a gelan HDP di 22 mehê de kongreya xwe li dar dixe.

Ji bo hevserokatiya partiyê jî navê Selahatîn Demîrta û Fîgen Yuksekdag derdikeve pê.


KONGREYA HDP'Ê
JI NÛ VE RÊXISTINKIRINA PARTIYÊ MIJARA KONGREYÊ YE



HDP, di 22 Hezîranê de bi awarteyî diçe kongreyê.

Vê kongreya hanê ji ber Hilbijartina Serokkomar û hilbijartinên Gitî yên 2015'an wê bibe bingeh.

Ji bo hevserokatiya HDP'ê navê Selahattîn Demîrta û Fîgen Yuksekdag derdikeve pê û tê payîn ku di kongreyê de namzetê serokomariyê jî were diyarkirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Gunay Kubîlay der barê kongreyê û amadekariyan ji DÎHA'yê re axivî.

Kubîlay bi bîrxist ku HDK wekî modela avakirina siyaseta demokratîk û alternatîf hatiye avakirin.

Lewra  di rewa heyî ya siyaseta Tirkiyeyê de wekî pêwîstiyekê derketiye holê.

Kubilay anî ziman ku di encama hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de derketiye holê ku 'partiya hilbijartinê' têrê nake û nîqaên dê modeleke ku pêwendiyên civakê çawa bînin cih, kirine.

NÛKIRINÊN JI KONGREYA HDP'Ê TÊN PAYÎN

-Hejmara endamên Meclisa Partiyê ji 80'î derxin 100'î
-Hevserokatiya Partiyê Fermî dibe
-Çarçoveya endametiya partiyê wê were berfirehkirin, wê rê li pêiya endametiya rûmetî were vekirin
-Wê zemînê ketina siyasetê ji bo kesên ji siyasetê qedexekirî re were vekirin
-Wê Kotaya jinê ji bakirinekê zêdetir wê derkeve asta wekheviyê
-Wê xala nûneriya du serdeman were net kirin  
-Kotaya ji bo ciwanan wê derkeve ji sedî 20'î

Guhertineke girîng jî Lijneya Lihevhatinê ye.

Lijneya Lihevhatinê pirsgirêkên polîtîk, rêxistinî û wekî din çareser bike.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Gunay Kubîlay da zanîn ku wê ev lijne ji 5 kesan pêk were û ji bo girtina civînê jî divê 4 kes amade bin, wê ev lijne wekî lijneya dîsîplînê tevnegere û kesî sûcdar neke.

648 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA