Mal  -  POLTKA
HILBIJARTINN SEROKOMARIY
Dem : 2014.06.19  17:10:25
Hilbijartina ji bo serokomar tirkiyey di rojev de ye. CHP MHP' ji xwe re namzedek Tirk renge-slam peyda kirin. AKP j ev demeke dirj e namzediya Tayyip Erdoan diaxive. Li eniya HDP' j namzedek ku bikaribe temamiya civak himbz bike t xwestin.

Hilbijartina ji bo serokomarê tirkiyeyê di rojevê de ye.

CHP û MHP'ê ji xwe re namzedekî Tirk û renge-îslamî peyda kirin.

AKP jî ev demeke dirêj e namzediya Tayyip Erdoan diaxive.

Li eniya HDP'ê jî namzedekî ku bikaribe temamiya civakê himbêz bike tê xwestin.


HILBIJARTINÊN SEROKOMARIYÊ
LIJNEYA BILIND A HILBIJARTINÊ DEM Û AWAYÊ HILBIJARTINÊ EKERE KIRIN

Dema 11mîn serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul roja 28'ê tebaxê bi dawî dibe.


Lijneya Bilind a Hilbijartinê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê Hilbijartin bi turan pêk were.

Tura yekemîn wê 10'ê tebaxê, ya duwemîn jî 24'ê tebaxê bên lidarxistin.

Eger di tura yekemîn de namzedek bi serkeve, wê tûra duwemîn çênebe.

Eger di tûra pêî de ti namzedek bi ser nekeve, wê tûra duyem di navbera 2 namzedên xwedî rêjeya herî bilind de pêk were.
TÛRA 1. 10 TEBAX
TÛRA 2. 24 TEBAX


Serlêdanên ji bo namzediyê wê 29'ê hezîranê destpêbike û wê 3'yê Tîrmehê bi dawî bibe.

Lîsteya navên namzedan jî wê 8'ê tîrmehê di rojnameya fermî de bê weandin, lîsteya dawî wê 11'ê Tîrmehê bibe fermî bibe û nema biguhere.

Encamên fermî yên tûra yekemîn a hilbijartinan wê 11'ê tebaxê bên ekerekirin.

HILBIJARTINÊN SEROKOMARIYÊ
CHP-MHP'Ê ALÎGIRÊ RÊXISTINA GULEN WEKE NAMZET NÎAN DA

Ji bo namzedê serokomariyê CHP û MHP'ê Ekmeleddin hsanolu weke namzedê irîk destnîan dikin.

Li cem AKP û HDP'ê hê navê namzed nehatiye ekere kirin.

Li aliyê AKP'ê Serokwezîr Recep Tayyip Erdoan navê herî li pê e.

Jixwe AKP ji zû ve ye rêxistina xwe jî li gorî nebûna Erdogan amade dike.

HDP, NAMZEDEKÎ TEMAMIYA CIVAKÊ HIMBÊZ BIKE NÎAN DIDE

Li Eniya  HDP'ê jî namzedekî ku bikaribe temamiya civakê himbêz bike tê xwestin.

Di vê navberê de xebatên kongreya HDP'ê ku wê dawiya vê hefteyê pêk were û xebatê destnîamkirina namzedê Serokomariyê jî bi hev re tên meandin.

Tê payîn ku hema pitî kongreya xwe, HDP namzedê xwe yê serokomariyê jî ekere bike û dest bi xebateke mezin a hilbijartinê bike.

Beriya ku HDP dest bi mîtîngên mezin ên hilbijartinê bike, namzedê wê yê serokomariyê wê biçe serdana rêxistinên civaka sîvîl, sendîka û rûsipiyên civakê, nêrînên xwe bi wan re parve bike û li nêrînan wan guhdarî bike.

592 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA