Mal  -  POLTKA
HDP, W HZA SIYASETA ALTERNATF LI TIRKIY NAN BIDE
Dem : 2014.06.20  19:35:30
Amadekariyn kongrey dewam dikin t payin, ji Rojava, Bar Kurdistan, Ewropa ji rojhilata Navn nner kesayet tevl kongrey bibin.

Di hilbijartinên 12'ê Hezîrana sala 2011an de BDP û hêzên Demokratîk bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ava kir.

Di hilbijartinên gitî de bi namzedên serbixwe li 41 bajaran 65 namzed nîan dan û 36 parlementer hatin hilbijartin.

Partî û pêkhateyên vê blokê hevkariya xwe zêde kirin û ji bo xurtkirina muxalefeta li Tirkiyê, xebat meandin.

Û di Cotmeha sala 2011an de kongreya xwe pêk anîn û xebatên xwe berfirehtir kirin.

Ji partî, sendîka, rêxistinên jinan, hawirdorparêz, rêxistinên ked û civaka sivîl, ji nûnerên Elewî û baweriyên li Anadolê ji 81 bajaran 820 delege tevlî kongreyê bûn û 'Kongreya Demokratîk a Gelan' HDK hat avakirin.

HDKê, ji bo siyasetê bibe nava tax, belde û bajaran meclis ava kirin.

Û Ji bo siyaseteke berfireh û xurtkirina demokrasiyê zend û bendên xwe badan.

Armanca HDK ew bû, ku li Tirkiyê rêya 3. a siyaseta paqij bi girseyan bide naskirin.


Herwiha di 27 Cotmehê sala 2013an de Partiya Demokrasiya Gelan HDP ji aliyê pêkhateyên HDK ve hat avakirin.

Û HDP tevî pêkhateyên xwe dest bi siyasetê kir û ji bo rêvebirina Tirkiyê bû partiya alternatîf.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi pêniyar û fikrên xwe destek da HDPê,

Pitî damezrandinê, di 30 Adarê sala 2014an de HDP tevlî hilbijartinên xwecihî bû.

Pitî hilbijartinan, ji bilî hevserokan parlementerên BDP tevlî HDP bûn.

Hevserokên HDP Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, beriya çend rojan diyar kirin ku ewê 22yê Hezîranê Kongreya xwe li dar bixin û di siyaseta Tirkiyê de rêyeke nû vekin.

583 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA