Mal  -  JIN
ALAKIYA ARESERIY YA DAYKN ATIY
Dem : 2014.06.21  16:58:52
Lgerna dad edalet ya xizmn windakiryan didome. Daykn emiy li dij doza 12 lon nerazbn nna dan xwestin, ne ten Kenan Evren, bila hem berpirsyar bne darizandin. Dayikn emiy yn ku li ber waltiya Amed j rnitine, wiha pirsn: "Ma zorakn ku bi avn xwe zilma dewlet dtine, w awa bne xapandin."


Lêgerîna dad û edaletê ya xizmên windakiryan didome.

Dayîkên emiyê li dijî doza 12 îlonê nerazîbûn nîna dan û xwestin, ne tenê Kenan Evren, bila hemû berpirsyar bêne darizandin.

Dayikên emiyê yên ku li ber walîtiya Amedê jî rûnitine, wiha pirsîn: "Ma zorakên ku bi çavên xwe zilma dewletê dîtine, wê çawa bêne xapandin."



ÇALAKIYA ÇARESERIYÊ YA DAYÎKÊN ATIYÊ
DAYÎK: ZAROKÊN ME LI DIJÎ ZILMÊ DERDIKEVIN ÇIYA


Çalakiya dayîkên Atiyê li ber walîtiya Amedê kete roja 4'an.

Dayîkên kurd ji hikûmetê dixwazin, ku ji bo çareseriyê û ji bo atiyeke mayende gavan bavêje.

Li dijî virr û derewên çapemeniya tirk jî dayîk wiha nerazîbûna xwe nîan didin:

DAYÎKÊN EMIYÊ Û XIZMÊN WINDAKIRYAN
BILA HEMÛ BERPIRSIYARÊN DERBEYA 12 ÎLONÊ BÊNE CEZAKIRIN


Li parka Kouyoluyê ya Amedê li ber Abîdeya Mafê Jiyanê jî çalakiya dayikên emiyê û xizmên windakiryan hebû.

Malbatan bo cara 280'yî aqûbeta zarokên xwe pirsîn.

Parlementerê serbixwe yê Wanê Kemal Akta û parlementerê HDP'ê yê irnexê Faysal Sarildiz jî destek dan çalakiyê..

Malbatan berî çalakiya rûnitinê, aqûbeta Kadrî Yilmaz ê sala 1994'an hate windakirin, pirsî.

Li Batmanê jî, xizmên windakiryan vê carê li Parka Yilmaz Guney çalakî pêk anîn.

Serokê axa ÎHD'ê yê Batmanê Mehmet Bagatir careke din dubare kir, ku heta aqûbeta windakiryan zelal nebe, ew ê bê navber têkoîna xwe dewam bikin.

Li Cizîra Botan jî, cara 278'an dayîkên emiyê li qadan bûn. Vê carê aqûbeta Yehya Akman hate pirsîn.

Çalakgeran bi bîr xisti, ku Akman sala 1993'yan li Cizîrê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate revandin û paê tevî 3 hevalên wî înfaz kirin.

Malbat û xizmên windakiryan ên Geverê jî çalakiya xwe dewam kirin.

Çalakî li kolana Hunerê pêk hat, rêveberên BDP'ê yên navçeyê jî destek da çalakiyê.

Vê carê malbatan aqûbeta Abdullah Kancî pirsî.

Dayîkên emiyê li Stenbolê bo cara 282'yan li ber lîseya Galatasarayê li hev kom bûn.

Aktîvîsta bi navê Sevîm Fonten ku her emiyê li bajarê Nantes a Fransayê çalakiyê pêk tîne û dixwaze dengê dayîkên emiyê belav bike, bedarî çalakiyê bû û xwest, hisab ji hemû berpirsên derbeya 12 îlonê bê pirsîn.

382 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN