Mal  -  POLTKA
4. CIVATA GIT YA ASAY YA HDK
Dem : 2014.06.21  17:10:26
Civata Git ya Asay ya Kongreya Demokratk a gelan HDK' li Salona Konferans ya Muhendsn neat dest p kir. Delege pit nav xwe dan qeydkirin, derbas salon bn.

 

4. CIVATA GITÎ YA ASAYÎ YA HDK
CIVATA GITÎ BI TEVLÎBÛNA SEDAN DELEGEYAN PÊK HAT

Civata Gitî ya Asayî ya Kongreya Demokratîk a gelan HDK'ê li Salona Konferansê ya Muhendîsên Îneatê dest pê kir.

Delege pitî navê xwe dan qeydkirin, derbasî salonê bûn.


Tevî hevserokên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, parlamenterên HDP û gelek nûnerên rêxistinan jî tevlî civatê bûn.

Di Civata Gitî de pitî diyarkirina dîwanê û axaftina vekirinê, nîqaên ser mijarên pêvajoya siyasî, hilbijartina serokomariyê û xebatên rêxistinbûyînê hatin kirin.

Serokê Dîwanê Yurdusev Ozsokmenler axaftineke kurt kir û paê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.


TUNCEL: HDK Û HDP'Ê DI DEMEKE KIN DE ENCAMÊN BA BI DEST XISTIN

Pêî Hevseroka Gitî ya HDP'ê Sebahat Tûncel axivî û got,

"Hertim pirsa "gelo mumkun e" dihate pirsîn. 2 tit derketin pêiya me. Ya yekemîn ew bû ku tevgera sosyalist û çep a Tirkiye bi qasî têrê bike bi gel re têkîlî danîn e an na û ev dibû sedema fikaran. Ya duyemîn jî, pirsa wê çawa tevgera azadiyê a Kurdan û Çepê Tirkan bi hevre bin. Lê me di demeke kurt de serkeftinên gelekî ba bi dest xistin."

TUNCEL: DEM DEMA ME YE

Tuncel bal kiand ser hilbijartina Serokomariyê û diyar kir, ku ew dikarin bibin hêviya hevgirtina oregeran û behsa mezinbûna têkoîna gelê kurd kir û wiha got:

"Têkoîna gelê kurd bi 5 kesan dest pê kir, niha gihttiye milyonan û bûye tevgera gel."

TUNCEL: EMÊ SIYASETA ALTERNATÎF BIMEÎNIN

Tuncel bi bîr xist, ku beeke mezin a gel ji pergalê ne razî ne û got; sala 2015'an em ê bibin hevparê desthilatdariyê.

Di dawiyê de Tuncel ji hevserokên nû re jî serkeftin xwest.

4. CIVATA GITÎ YA ASAYÎ YA HDK
KURKÇU: HDK, EZMÛNA TÊKOÎNA OREGERÎ YA KURDISTANÊ YE

Pitî Tûncel Hevserokê Gitî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu axivî û anî ziman, ku HDP di dîroka têkoîna civakî de pêkhateya herî girîng e û got:

"HDK ji bo me derseke gitî ye, ku ji ezmûnên têkoîna azadiyê ya Kurdistanê hatiye derxistin."

4. CIVATA GITÎ YA ASAYÎ YA HDK
KURKÇU: ROLA RUSAN A SALA 1917'AN, KURD NIHA LI ROJHILATA NAVÎN DILÎZIN

Kurkçu diyar kir, rola ku Rusan di 1. erê Cîhanê yê sala 1917'an de dilîstin, îro Kurd li Rojhilata Navîn dilîzin û got;

"Eger li çiyê gerîla nebe, li taxan têkoîna li dijî sîstemê nebe, têkoîna jin û ciwanan nebe, têkoîna jiyanê nebûya, wê serhildaneke bi vî rengî jî nebûya"


"Ji bo di her kêliyê de ev yek pêk were, pêwistiya me bi HDK'ê heye. Emê li qada herêmî û navneteweyî dengê xwe bilind bikin. Pêwistiya me bi armanca mezin, bi têkoîna me ya bi bawerî heye. Êdî dem hatiye, ku em ya nepêkane pêk bînin."

Civata Gitî wê bi nirxandina rewa siyasî û nîqaên li ser hilbijartina serokkomariyê dewam bike.

1638 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA