Mal  -  JIN
JINN BOTAN W 24' HEZRAN JI BO AZADIYA OCALAN BIQRIN
Dem : 2014.06.22  17:12:07
Aktvstn DOKH di aroveya kampanyaya "jin ji bo rber xwe azadiya xwe di nava alakiyan de ne" w 24 hezran mitngek li Silopyay li dar bixin.

'JI OCALAN RE AZADÎ'
JINÊN BOTANÎ WÊ 24'Ê HEZÎRANÊ JI BO AZADIYA OCALAN BIQÎRIN

Aktîvîstên DOKHê di çarçoveya kampanyaya "jin ji bo rêberê xwe û azadiya xwe di nava çalakiyan de ne" wê 24ê hezîranê mitîngekê li Silopyayê li dar bixin.

Ji bo mitîngê amadekariyên jinan jî hema bêje xelas bûn.

Hevseroka BDPa Silopyayê Asuman Kulter banga tevlîbûnê di serî li jinan, li hemû welatiyan kir.

Seroka Komîteya Amadekar a Mitîngê Jiyan Demîr jî diyar kir, ku di pêengiya jinan de, wan di çarçoveya kampanyaya Azadiya Ocalan de, gaveke nû û bi hêz avêtine û got jinên Botanî jî di vê pêngavê de cîh girtine.

Demîr got: " Girtina Ocalan tê wateya girtina hemû gelên bindest. Lewma em hemû kesên ku dixwazin azad bibin bedarî vedixwînin Mitîngê.

Demîr herî dawî destnîan kir, ku ewê çalakiyên xwe heya azadiya Ocalan bidomînin.

Li aliyê din, di 2emîn kongreya awarte ya HDPê de dezgeha îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan hate vekirin.


MITÎNGA 'JI OCALAN RE AZADÎ'
LI HEZEX Û CIZÎRA BOTAN BI HEZARAN BELAVOK HATIN BELAVKIRIN


Xebatên dawî yên ji bo Mitîngê li Hezexê dewam dikin.

Bi armanca xebatan birêve bibin komîsyonên tax û gundan ên ji endamên BDP û DOKHê pêk tên, hatin avakirin.

Komîsyon mal bi mal digerin û gel vedixwînin mitîngê.

Komeke ku di nav de hevserokên BDPê û endamên DOKHê jî hebûn, li sûka navenda bajêr belavok belav kirin û banga tevlîbûna mitîngê li her kesî kirin.

Li Cizîrê jî bi heman armancê endamên DOKHê bi hezaran belavok belavkirin.

Hevseroka aredariya Cizîrê, Rêveberên BDP û gelek jin li ber avahiya BDP li hev kom bûn û li kolanên Hezex, Nisêbîn û aredariya Kevin û li navenda bajêr gel vexwand mitîngê.

Gruba Mem û Zînê jî, bi lêdana defan pitgirî dan xebatên jinan.

475 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN