Mal  -  CIWAN
CIWANÊN KURD ÊN EWRÛPAYÊ JI BO KOBANÊ BANG KIRIN
Dem : 2014.07.17  18:29:38
Koordînasyona Komalên ciwanan ên Ewrûpayê derbarê êrîþên çeteyên DAIÞ'ê de daxuyaniyek weþand. Komalên ciwan di daxuyaniyê de daxuyakirin ku li dijî êrîþên çeteyan parastina Kobanê deynê rûmet û namûsê yê ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê ne. Û bang li ciwanan kir da ku bi erka xwe ya rûmet û namûsê rabin.

Koordînasyona Komalên ciwanan ên Ewrûpayê derbarê êrîþên çeteyên DAIÞ'ê de daxuyaniyek weþand.

Komalên ciwan di daxuyaniyê de daxuyakirin ku li dijî êrîþên çeteyan parastina Kobanê deynê rûmet û namûsê yê ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê ne.

Û bang li ciwanan kir da ku bi erka xwe ya rûmet û namûsê rabin.


CIWANÊN KURD ÊN EWRÛPAYÊ JI BO KOBANÊ BANG KIRIN
'LAZIME EM TEVLÎ PARASTINA XELKÊ XWE YÊ KOBANÊ BIBIN'


Ji serê mehê heya niha êrîþên çeteyên DAIÞ'ê yên li Rojava dewam dikin.

Ji ber van êriþên hovane ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê jî ketin nava tevgerê.

Derbarê mijarê de tevgera komalên ciwan ên Ewrûpayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku parastina Kobanê û mezinkirina þoreþê deynê rûmet û namûsê yê ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê ye.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: armanca êrîþên bi çekên giran ên li ser Kobanê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û qelskirina têkoþîna Kurdan e.

Komalên ciwan Ewrûpa di dewana axaftina xwe de wiha bang li ciwanan kir;

BANGA KOMALÊN CIWAN EWRÛPA
Ji bo ku ev êriþên hovane werin pûçkirin û ji bo parastina xaka xwe di serî de ji Bakurê Kurdistanê ji her 4 beþên Kurdistanê ciwan berê xwe didin Rojava û bi rola xwe ya rûmetê radibin. Êdî wext hatiye ku ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê jî parastina xak û rûmeta xwe bikin.'

CIWANÊN KURD ÊN EWRÛPAYÊ JI BO KOBANÊ BANG KIRIN
'EM BANG LI CIWANÊN BI RÛMET DIKIN DA KU 6 MEHAN PARASTINA ROJAVA BIKIN'

Komalên ciwan di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê dimînin kir û got:

Ev qonax, qonaxa bi cîh anîna wezîfeyê ye, lewma em bang li hemû ciwanên Kurd ên xwedî wijdan dikin da ku berê xwe bidin Rojava û 6 mehan parastina xak û rûmetê bikin.

546 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN