Li girtigehên tirkiyê mafên girtiyên sîyasî tên binpêkirin.
Girtigehên Newþehir, Sîncan û Dîlokê nerazîbûna girtiyan hene.
Rewþa girtigehên din jî ji wan girtigehan baþtir nîn in.
ZEXTÊN LI GIRTÎGEHÊN TIRK
NEVÞEHÎR, SÎNCAN Û DÎLOKÊ NERAZÎBÛNA GIRTIYAN
Bêhiqûqî, kêyfiyet û binpêkirinên li girtîgehan dewam dikin.
Girtiyên siyasî yê li Girtîgeha Tîpa E ya Nevþehîrê nameyek ji TUHAD-FED'ê re þand û bal kiþand ser zextên li girtîgehê ji aliyê rêveberiyê ve tên meþandin.
Di nameyê de tê ragihandin ku midûrê nû yê girtîgehê tevî ku di rêvebernameyê de nîne jî, nahêle her girtiyek ji 6 pirtûkan zêdetir wergire.
Li aliyê din, tê diyarkirin ku rewþa girtiyê ji Rojavayê Kurdistanê Suphî Îsmaîl ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2 a Sîncanê, gelek xirab e.
Suphî Ismail ê ku lingekî wî tine û cezayê heta hetayî yê girtinê lê birîne, di ser de jî cezayê hucereyê danê û mafî wî yê derketina hevþê jî ji 4 saetan daxistine saetekê.
ZEXTÊN LI GIRTÎGEHÊN TIRK
GIRTIYÊN NEXWEÞ NAYÊN DERMANKIRIN
Di aliyê din de girtiyê bi navê Huseyîn Yildiz ku nexweþîna sîrozê pê re heye doxtoran jê re gotine ku gurçikên wî biçuk bûne.
Huseyin yildiz ê ku tevî vê yekê jî nayê derdan, li girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Sîncanê tê ragirtin.
Di vê navberê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê protestoya girtiyên jin a telefonan didome.
Jinên ku ji ber axaftinên telefonê neçarî tekmîldayînî dihatin hiþtin, ev sê hefte ne, axaftina bi telefonê boykot dikin.
ZEXTÊN LI GIRTÎGEHÊN TIRK
LI GIRTIGEHA DÎLOKÊ GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ
Li girtîgeha Dîlokê ya tîpa H jî girtî ji bo þertên girtîgehê protesto dikin, xwarina wê naxwin.
Li gorî Yahya Gengec ku xizmê girtiyekî ye dibêje ku xwarinên girtiyan pir kêm in û nepaqij in.
Her wiha mafê name þandina girtiyan jî tê binpêkirin.
SURGUNKIRINA GIRTIYAN
JI GIRTÎGEHA KIRIKLAR 6 KES SURGUNÎ GIRTÎGEHA ANTALYAYÊ HATIN KIRIN
Siyaseta surgunkirinê jî li zindanan ranaweste.
Ji girtîgeha Kiriklar a tîpa F ya hejmar 2 jî, 6 dîl surgunî girtîgeha tîpa L ya Antalyayê hatin kirin.
Dîlên surgunkirî ev in:
Þervan Yýlmaz, Þemsettin Erdem, Ahmet Aydýn, Adem Ananç û kesên bi navên Þahin û Naîf ên paþnavên wan nehatin zanîn.
TAY-DERê li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Serokê TAY-DER'a Îzmîrê Musa Karbadag di civînê de anî ziman ku di dema desthilatiya AKP'ê de binpêkirinên mafan û surgun li zindanan bûne sîstematîk û banga hestiyariyê li raya giþtî kir.