Mal  -  ROJANE
PEYAMA OCALAN
Dem : 2014.08.16  18:13:26
Doh heyeta HDP' ku ji parlementer drs Baluken, Perwn Buldan Sirri Sureya Onder bn girava mraliy. bi rber gel Kurd Abdullah Ocalan re hevdtinek kiribn. Heyet derbar naveroka hevdtin de daxuyan da ragihand ku Ocalan berxwedrn engal, Mexmr Rojava Silavkiriye.

Doh heyeta HDP'ê ku ji parlementer Îdrîs Baluken, Perwîn Buldan û Sirri Sureya Onder çû bûn girava Îmraliyê.

Û bi rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiribûn.

Heyet derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî da û ragihand ku Ocalan berxwedêrên engal, Mexmûr û Rojava Silavkiriye.


JI OCALAN JI BO ENGAL, MEXMUR Û ROJAVA PEYAM
OCALAN: EZ BERXWEDÊRÊN LI ENGAL, MEXMUR Û LI ROJAVA SILAV DIKIM

Di daxuyaniyê tê gotin, ku Ocalan bal kiandiye ser êrîên çeteyên DAIê, sersaxî ji bo gelê kurd xwestiye û berxwedêrên li Rojava, engal, Mexmur û Kerkukê silav kiriye.

OCALAN JI BO XELKÊ ÊZDÎ SERSAXÎ XWEST
OCALAN: JI BO XELKÊ ME YÊ ÊZDÎ SERSAXIYÊ DIXWAZIM Û BERXWEDANA EGALÊ SILAV DIKIM

PEYAMA OCALAN YA JI BO ENGALÊ


"Ez 1'ê Gulanê roja Atiya Cîhanê li ser vê bingehê silav dikim, ji bo xelkê Êzdî sersaxiyê dixwazim. Herwisa yên ku li Rojava, engal, Mexmur, Musil û li çiyayê engalê ji bo azadiya gelê me têdikoin û tevahiya birayên me yên ku di vê oxurê de ehîd dibin, bi rêzdarî bibîr tînim. Yên ku li tevahiya herêmê ji bo azadiya me têdikoin, hêzên neteweyî yên atiyê silavên xwe yên taybet û hestên xwe dilovan ên germ diînim.

PEYAMA OCALAN YA 15 TEBAXÊ
'ERÊ 30 SALAN KETIYE PÊVAJOYA MUZAKEREYÊN DEMOKRATÎK'

Ocalan bi navbeynkariya Heyeta HDP re di derbarê pêngava 15 Tebaxê de jî peyamên girîng dan û wiha got:

PEYAMA OCALAN YA JI BO ENGALÊ

"Bi wesîleya 30. salavegera pêngava me ya 15 Tebaxê re, ez dixwazim bêjim, ku em gihîtine ber pêveçûnên dîrokî. Ev erê 30 salan ketiye pêvajoya dawî ya muzakereyên demokratîk. Pêvajoya Muzakereyên demokratîk, ji aliyê dîrokî û civakî ve xwedî girîgiyeke kûr e. Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin, ku wê tesîr û encamên wê pirr mezin bin. Ev pêvajo ne tenê li Tirkiyê, herwisa wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên giran yên herêmê jî li ser bingeha atî û azadiyê de tesîreke mezin bike û derfetên dîrokî yên karibe modêl biafirîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP de encamên hilbijartina serokkomariyê serkeftî dît û tevahiya gelên Tirkiyê silav kir.

Ocalan got, bi van encaman wê HDP bibe muxelefata demokratîk ya herî bi tesîr û ji bo siberojê jî wê bibe desthilatdariyeke berfireh û tevahiya civakê hembêz bike.


OCALAN: ENCAMA NAMZEDÊ HDP WERGIRT SERKEFTINEKE GIRÎNGE

Di hevdîtina heyeta HDP ya li Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilbijartina 10 Tebaxê ya serokkomariyê nirxand û dengên Selahattîn Demîrta wergirtine, weke serkeftinê binav kir.

Ocalan herwiha tevahiya gelên Tirkiyê pîroz kir û wiha got;

PEYAMA OCALAN
 "Bi taybetî ji Colemêrgê bigre heta irnex, ji Licê heta Bayburt, rize, Trabzon û ji Stenbolê heta Îzmîrê gelên Tirkiyê bi dengê xwe demokrasiya me ya radîkal misoger kirin. Ji ber vê yekê ez tevahiya gelên Tirkiyê silav û pîroz dikim. Destek û encamên ku bi vê hilbijartinê derketin holê, wê bibin temînata herî bi hêz ya pêkhatina atî û biratiya gelan. Herwiha encama herî dîrokî ya vê hilbijartinê bû zemîneke ji bo serkefetina li himberî siyasetên neteweperest û faîzan ên 90 salan.


OCALAN: ENCAMÊN HILBIJARTINÊ ÎRADEYA XURT A KURDAN NÎAN DIDE
 
Ocalan wekî din wiha dibêje; "Wateya pêvajoya nû ew e, ku xeyala heyî ya Tirkiya Demokratîk û Komara Demokratîk ji xeyalbûnê derxînin û veguherînin rastiyê.

Ocalan wateya tespîtên xwe ya ji bo kurdan jî wiha îrove dike;

"Ji bo Kurdan jî, avakirina pêvajoya civaka demokratîk a ku ewqas birefireh bibe û bibe xwedî îradeyeke xurt û azadiyê, tê wateya oreê. Bi van encaman, wê HDP bibe mufelefeta herî xurt û bi tesîr a roja me û siberojê jî wê bibe desthilatdar da ku hemû civakê himbêz bike.

Ocalan, wekî din girîngiya têkoîna hevpar ya komên civakî destnîan dike û dibêje, roleke mezin ya têkoîna 30 salan ya bidestxistina ji bo van encaman heye.

"Ev desthilatdariya ku em behs dikin, ji bo kesên ku ji ber bîr û baweriyên xwe rastî her cûre zextê hatine, Elewiyên ku bûne mexdurên nefretê, ji ber çêkirina HESan gundiyên av û zeviyên wan û sîstema wan ekolojîk xera bûne, mirovên ku terzê jiyana wan ketiye bin tehdîtê, yên bê hêvî û bêpaeroj hatine hitin, ciwanên ku bi destê lunpeniyê ve hatine berdan; ji jinên ku her roj bi awayekî hovane tên qetilkirin bigrin heta karkerên bi sîstema taeronî keda wan tê xwarin û erzankirin, herwiha di karên ne ewle de tên qetilkirin, her kes wê xwe dibin temînata vê sîstema demokraîk de bibîne. Lewma ez dibêjim, têkoîna me ya 30 salan roleke mezin leyistiye ji bo bidestxistina vê encamê ya ku vediguhere muzakereyên demokratîk.

Ocalan herwiha bang li her kesî kir, ku vê pêvajoyê batir fêm bikin û ji bo welatekî demokratîk çi ji destê wan bê, bikin.

"Divê desthilatdarî jî bizane, ku gelên Tirkiyê ji bo yekbûneke rastîn ya neteweyî û avakirina dewleteke demokratîk îradeyeke xurt nîan daye. Divê vê rewê rast fêm bikin, ji helwestên hegemonîk û mudexelekar dûr bikevin û ji bo avakirina welatekî hevpar ê demokratîk seferber bibin. Ev yek berpirsiyariyeke dîrokî ye. Yên bi ked û pêniyarên xwe destek dane vê kampanyayê silav dikim û bila mala wan ava be.

856 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE