Mal  -  JIN
JIN JIYANEKE AZAD DIXWAZIN
Dem : 2014.08.18  17:04:25
Li Naveya Amed Lic jin di konferansa Serxwebuna Jinan de hatin cem hev..

Doh li gundê Mizagê yê navçeya Amed Licê, bi armanca avakirina Meclisa Herêmê deklarê bikin, konferansa jinan hate lidarxistin.

Konferans bi slogana "Konferansa Serxwebun a Jinan" hate lidarxistin û bi sedan jin tevlî bûn.

Di konferansê de pêî hilbijartina dîwanê pêk hat û pitî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin hatin kirin.

Di axaftinên li ser navê dîwanê de hate diyarkirin, ku di Sîstema Meclisê de gel dikare îradeya xwe temsîl bike û bi nasnameya xwe bijî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em naxwazin ku li ser navê me biryar bê dayîn, Em dikarin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Dewleta Tirk digot; eger hun 2 Kurdan bînin cem hev wê nikaribin biaxivin, lê em niha bi sedan jin hatin cem hev û sîstemê nîqa dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hate kirin da ku bi awayekî aktîf tevlî avakirina sîstemê bibin.

Biryarên di konferansê hatin standin jî wiha ne:

- Divê gel li hemberî karên narkotîk, çandin û firotina esrarê ku tên wateya xirabkirin û jihevxistina jiyanê, bi hestiyarî tevbigere.

- Zewaca zarokên di bi 18 salî de neyê qebulkirin û li dijî vê yekê ceza bê dayîn.

- Pirzewacî neyê qebulkirin

- Zarokên Kurd neçin dibistanên asîmîlasyonê û ji bo avakirina dibistanên Kurd bingeh bê amadekirin.

390 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN