Mal  -  ROJANE
BAWERIYN CDA LI KAMPA DAKOK NE
Dem : 2014.08.20  18:09:39
Li Ranya Dakok j bi deh hezaran kes diminin..

Li Kampa Dakokê koçberên ji Rojava diman.

Lê niha ji ber êriên çeteyên DAI'ê Kurdên ebek, Kakêyî û Erebên îî jî dimînin.

Li kampê 2 hezar 600 malbat li herêmên înaat ên Ankawayê di ert û mercên giran de ne.

Koçber bi alîkariyên Neteweyên Yekbûyî û dezhegên weke Qendil xwe li ser piyan digrin.

Her wiha hat ragihandin ku dîroka konserveyên xwarinê ku didin welatiyan derbas bûne.

Dîsa bi hezaran kes dikevin dorê da ku bikarin xwarin bixwin.

Yek ji aktîvîstên saziya Qendîlê ya bi navê Newroz daxuyakirin ku ew ji bo alikariyê hatine lê belê gelek qelebalix e û ew nikarin xwe bigihînin herkesî.

Li aliyê din heyetek ji rêxistina REPAK û tevgera jinên baûr RJAK'ê çûn serdana kampê û li pirsgirêkên koçberan guhdarî kirin.

KOÇA WELATIYÊN KAMPA . RÛSTEM CÛDÎ
LI RANYAYÊ DI MIZGEFTAN DE DIMÎNIN
Welatiyên wargeha ehîd Rûstem Cûdî ku ji ber zext û zordariya dewleta Tirk ji cîh û warê xwe bibûn kampa Mexmûrê ku çol bû vegûherandin cinetê.

Lê kampa ku bi keda destan careke din în bû ji ber êriên çeteyên DAI'ê di 7'ê tebaxê de hat valakirin.

Bi hezaran xelkê kampê neçar man careke din koçber bibin.

Dîsa bi hezaran ji wan li bajaroka Hecîawa a Ranyayê di mizgeftan de dimînin.

Zarok, kal, pîr, jin, ciwan, zêdetirî 5 hezar kes li mizgeftan de dimînin.

Yek ji êniyên kampê Hîmaîl Hesen wisa diaxive.

Tevî ku ew girêdayî Neteweyên yêkbûyî ne jî ti alîkarî nagihije êniyên kampê.

Lewma ew jî bi derfetên xwe hewildidin li ser piyan bimînin.

Tevî ewqas koçberî û zehmetiyan jî êniyên kampa Mexmûrê birêxistinbûna xwe ya civakî winda nakin û xwe yekser organîze dikin.

Nobeda xwe digrin û bi awayekî dorveger açiyê xwe derdixin.

êniyên Mexmûrê li Hecîawa jî jiyaneke komûnal bi rê xistin e.

Dayik li hewa mizgeftan xwarinê amade dikin.

Wezîfedarên tenduristiyê jî bi derfetên xwe yên kêm hewil didin ji nexweiya welatiyan re bibin derman.

Welatiyan danxuyakirin ku ew nikarin demeke dirêj di wan mizgeftan de bimînin lewma ew ketine nava hewildanên amadekirina cîhekî ku bikarin lê bimînin.

êniyên kampê dibêjin çawa ku 16 sal berê me çola Mexmûrê vegûheran cinnetê emê dîsa wisa bikin.

1153 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE