Mal  -  CIWAN
KOMALN CIWAN DAXUYANIYEKE NIVSK DA
Dem : 2014.08.21  19:16:24
Komaln Ciwan, di derbar er pevn Lic de daxuyaniyek da.

Koordînasyona Rêxistina Ciwanan Komalên Ciwan, derbarê terora dewletê ya li Licê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Komalên Ciwan, îddeta li Licê weke Hovîtiya dewletê bi nav kir û got, dewleta Tirk xwe li peykerê fermandarê efsanewî Mehsum Korkaz-Egîd ranegirt û ehîdgehê xera kir.

Di daxuyaniyê de wekî din wiha hat gotin;

"Di dema vê êrîa hovane ya weke mêtingerên talanker de, ciwanê welatparêz Mehdîn Takin hat qetilkirin. Bi taybetî êrîa li ser goristanê ya bêperwa, di roja me ya îro de diibe hovîtiya çeteyên DAIê yên ku tirbe û mizgeftan bombe dikin. Bi van êrîan jî xuya dike, ku yên van hovîtiyan dikin hevkarên stratejîk û xwedî heman zihniyetê ne"

Komalen Ciwan destnîan kir berhemên ku xelkê Licê bi ked û fedakariyeke mezin afirandine, divê bi berxwedaneke bêhempa werin parastin, herî dawî Rêheval Mêhdîn Takin jî bû sembola vê berxwedanê.

Daxuyaniyê Komalên Ciwan wiha dewam dike.

"Eger dewleta mêtinger li Licê hovîtiya xwe bidomîne, divê ciwan jî bi rih û vîna Egîdan li ser bingeha parastina rewa hiquqa erê oreger ya gel bixin dewrê."

Komalên Ciwan, herwiha ji malbata Takin re sersaxî xwest û soza xwedîderketina li doza wî da.

Koordînasyona Komalên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de di serî de jinên ciwan bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê dike, ku dakevin qadên oreê.

496 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN