Mal  -  CHAN
LI KRAYNAY PARLAMENTO BETAL E
Dem : 2014.08.26  17:54:14
Li kraynaya bi er navxwey dikele w 26 cotmeh hilbijartinn parlamentoy werin organzekirin. Biryara hilbijartinan pit jihevxistina parlamentoy hate dayin.

LI ÛKRAYNAYÊ PARLAMENTO BETAL E
WÊ HILBIJARTINÊN NÛ WERIN ÇÊKIRIN

Li Ûkraynaya bi erê navxweyî dikele wê 26ê cotmehê hilbijartinên parlamentoyê werin organîzekirin.

Biryara hilbijartinan pitî jihevxistina parlamentoyê hate dayin.


Di 24'ê Tîrmehê de hikûmeta koalîsyonê ya ûkraynayê belav bûbû.

Ji hingê ve ye xebatên parlamentoyê yên sazkirina hukumeteke nû neçûbûn serî.

Serokdewlet Petro Poroenko doh bi daxuyaniyekê ragihand ku mafê xwe yê destûrî bikar tîne û parlamentoyê ji hev bixe.

Serokdewlet di axaftina xwe ya li televîzyonê de diyar kir ku hilbijartinên nû wê di 26'ê Cotmehê de bên kirin û parlamenta nû jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li welêt pêwîst e.

Poroenko di axaftina xwe de îdîa kir ku ji sedî 80 ê Ukraynayiyan alîgirê hilbijartinên pêwext in.

Herwiha Poroenko da zanîn ku gelek parlamenterên niha li parlamentê ne, bingeha rejîma Serokdewletê berê Viktor Yanukoviç pêk tînin û gelek jê alîkariyê didin 'Rusên cudahîxwaz.

323 car hate xwendin
Parve Bike  
CHAN