Mal  -  JIN
AKTIVSTN JIN: QEYMEQAMN AKP' NE MXATAB ME NE
Dem : 2014.08.29  17:14:11
Li dij hewldann hikmeta AKP' yn ji betalkirina pergala hevserokatiy aktivstn jin n rxistinn jinan n li Stenbol j nerazbnn tund nan da... Jinan danxuyakirin ku lpirsna li hember pergala hevserokatiy hatiye destpkirin, reke li dij gel kurd e.

Li dijî hewldanên hikûmeta AKP'ê yên ji betalkirina pergala hevserokatiyê aktivîstên jin ên rêxistinên jinan ên li Stenbolê jî nerazîbûnên tund nîan da...  

Jinan danxuyakirin ku lêpirsîna li hemberî pergala hevserokatiyê hatiye destpêkirin, êrîeke li dijî gelê kurd e.

MÛDAXALEYA AKP'Ê LI PERGALA HEVSEROKATIYÊ
AKTIVÎSTÊN JIN: QEYMEQAMÊN AKP'Ê NE MÛXATABÊ ME NE

Aktivîstên jin ên sazî rêxistinên jinan ên li Stenbolê, li dijî mûdaxaleya AKP'ê ya li pergala hevserokatiyê nerazîbûna xwe anî ziman.

ENDAMA BÎGK'Ê NÎMET TANRIKULU


Endama Hewldana Jinan a ji bo Atiyê BÎGK Nimet Tanrikulu bibîr xist ku pergala hevserokatiyê di partiyên siyasî de dikeve qonaxa zagonîbûnê lewra feraseta serdest û mêrperest dixwaze riya vê guherînê bigire.

Tanrikulu destnîan kir ku Qeymeqamtî bi vê hincetê êrîî gelê Kurdistanê dikin ku di pêvajoya avakirina jiyana demokratîk de ye.

ENDAMA EGTM-SEN'Ê DONE GEVHER

Endama Egîtîm-Senê Done Gevher jî bilêvkir ku ew weke KESK jî derbasî pergala hevserokatiyê bûne û ewê guh nedin dozên bi himendiya mêran hatine vekirin.

Done Gevher destnîan kir ku ewê tekoîna xwe ya ji bo azadiya jinê heya dawiyê bidomînin û bang li hemû sendîkayan kir ku derbasî pergala hevserokatiyê bibin.

BERDEVKA KESK'Ê FADIME KAVAK

Berdevka Demê ya KESK'ê Fadime Kavak jî da zanîn ku heta niha dewletê tu maf nedaye jinan û wiha got:

"Pergala hevserokatiyê jî jinan bi keda xwe ava kiriye. Ji ber wê jî ligel hemû astengiyan wê jin pergala hevserokatiyê bidomînin."

Fadime bal kiand ser destkeftiyên  tevgara azadiya gelê kurd û jina kurd û anî ziman ku dewlet dixwaze van qezencan serobino bike û got:

"Emê di pergala hevserokatiyê û pêvajoya xwe ya çareseriyê de israr bikin."

419 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN