22. FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWÎ
Dem : 2014.09.03  17:06:22
22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî di 13'ê Îlonê de li bajarê ElmanyaYÊ Dusseldorfê tê lidarxistin. Festîvala ku wê ji aliyê NAV-DEM'ê ve bê organîzekirin, diyarî cangoriyên Þengal û Rojava hat kirin.

22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî di 13'ê Îlonê de li bajarê ElmanyaYÊ Dusseldorfê tê lidarxistin.

Festîvala ku wê ji aliyê NAV-DEM'ê ve bê organîzekirin, diyarî cangoriyên Þengal û Rojava hat kirin.


22. FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWÎ
FESTÎVAL ÎSAL DIYARÎ ÞENGAL Û ROJAVA HAT KIRIN

22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî li bajarê almanya Dusseldorfê tê li darxistin.

Festîvala ku ji aliyê NAV-DEM'ê ve tê organîzekirin, diyarî Þengal û Rojava hate kirin.

22. Festîvala çanda kurd a Navnetewî bi slogana "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" û "Þoreþa Rojava Rûmeta Kurdên Azad e!" tê lidarxistin.

Festîvala îsal diyarî welatiyên li Þengal, Rojava û Mexmûrê yên ji aliyê DAIÞê ve hatine qetilkirin, tê kirin.

Di festîvalê de wê li ser rewþa dawî ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn panel bên lidarxistin û bi armanca danasîna çanda Êzdî kon wê bên vedan.

Li kon, li gel pêþengeha wêneyên komkujiya Þengalê, her wiha wê hevpeyvîn jî bên kirin.

Hevsrokê NAV-DEMê Yuksel Koç derbarê xebatên amadekariyê de agahî dan û diyar kir, xebatên amadekariyê yên Festîvalê dewam dikin..

Û banga tevlîbûna festîvala ku 13 îlonê li Dusseldorfê pêk li hemû kurdên Ewrûpa kir.

Festîval 13ê Îlonê li bajarê almanya Dusseldorfê tê li darxistin.
ADRESA QADA FESTÎVALÊ
KAÎSER-WÎLLEM-RÎNG
40545-DUSSELDORF

Her wiha wê di festîvalê de ji almayan bê xwestin ku qedexeya li ser PKKê rake.

Bernameya festîvala çanda kurd a navnetewî wihaye.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Serokê Kantona Kobanê Enver Muslim, Hevserokê KNK'Ê Tahîr Kemalîzade û li ser navê ABDEM'ê Alexis Kalk wek axaftvan tevlî dibin.

Bernameya çandî jî Koma Berxwedan,  Koroya zarokan a Dengê Mezopotamya, Pinar Aydinlar, Necmedîn Xûlamî, Hanî, Bengî Agirî û Dengê Xwezayê-Erbane

683 car hate xwendin
Parve Bike  
ÇAND Û HUNER