Jin li dijî çeteyên DAIÞê ku jinan qetil dike, di revîne, tacîz-tecawiz dike û li bazaran weke kole difroje dadikevin qadan.
Çalakiyên bi pêþengiya Endamên Hewldana Jinê ya ji bo Aþtiyê di seat navbera 19-22an de li 20 navendan cuda pêk ten..
Çalakî bi slogana 'hêrsa jinan sînoran derbas dike û jinên rojhilata navîn ne bitenê ne', wê pêk ten..
Çalakiyan li bajar û navçeyên Tirkiyê û Kurdistanê di van seatan de dest pê kirine..
ÇALAKIYÊN "HÊRSA JINAN SÎNORAN DERBAS DIKE"
LI 20 BAJARAN ÇALAKIYÊN HEMWEXT TÊN LIDARXISTIN
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJKê jî bi daxûyaniyeke çalakiyên jinan silav kir..
KJKê diyar kir ku li Baþûrê Kurdistan û Rojava ji aliyê çeteyên DAIÞ ve qirkirina jinan bi awayekî herî hovane tê kirin û got:
Divê baþ bê zanîn ku çeteyên DAIÞ, îro li hemberî tevahî jinên Rojhilata Navîn û heta jinên cîhanê þer dane destpêkirin. Ev zîhniyeta baviksalariyê bi awayekî herî eþkere temsîl dikin û dixwazin me di cîhaneke herî tarî de veþêrin. Li dijî vê, divê em berxwedan û têkoþîna xwe xurttir bikin"