Mal  -  JIN
TECAWZA LI KAMPA PENABERAN AFAD' B SEDEMA XWEKUJIYEK
Dem : 2014.09.08  17:14:13
Li tirkiy jinn Penaber yn li kampn AFAD dimnin rast her cre pkann dij-mirovahiy tn. Li Midyad jina ciwan a ku rast tecawiza ofor kamp hat nthar kir. her wiha di 24 saetn daw de 3 jin ji aliy zilaman ve hatin qetilkirin.

Li tirkiyê jinên Penaber yên li kampên AFADê dimînin rastî her cûre pêkanînê dij-mirovahiyê tên.

Li Midyadê jina ciwan a ku rastî tecawiza oforê kampê hat întîhar kir.

her wiha di 24 saetên dawî de 3 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin.

TECAWÎZA LI KAMPA PENABERAN AFAD'Ê BÛ SEDEMA XWEKUJIYEKÊ
JINA KU JI ALIYÊ WEZÎFEDARÊ KAMPÊ VE RASTÎ TECAWIZÊ HAT ÎNTÎHAR KIR

Bi sed-hezaran kesên ji sûriyê ji ber er reviyan û xwe sipartin Tirkiyê, rastî nijadperestî û her cûre pêkanînên dij-mirovahiyê tên.

Li kampên AFAD ku dewleta tirk weke bûhitê destnîan dike, bi taybetî jin di hedefê dene.

Jina ciwan a bi navê Sabahat a 26 salî roja 1ê Îlonê, ji aliyê oforê kampê yê bi navê Ahmet toprak ve hat tecawizkirin.

oforê bi navê Ahmet Toprak jî ji aliyê Qeymeqam ve li Kampa AFADê ya Midyadê hatiye wezîfedarkirin.

Hat ragihandin ku  ji ber jina ciwan a ku nekarî xwe li vê rewê ragire, întîhar kiriye.

Tevî hemû nerazîbûnên gel jî qeymekemê Midyadê oforê tecawizkar Ahmet Toprak, tenê ji kar dûr xist.

Jin her wiha rastî gelek xirabiyên din jî tên.

Jinên Penaber di destên çeteyên fihûê de ne jî.

Jinên ciwan yên emrê wan di navbera 15-16 salî de bi bûhayê 2 hezar lîre wek jina 2. û 3. tên firotin.

Her wiha hinek rêveberên Kampê jî dest datînin ser nasnameyên jinan û paê jî ji bo armancên xwe yên kirêt vê rewê bikar tînin.

Jina penaber a 20 salî û dayîka 3ê zarokan meha Gulanê diyar kiribû ku 20 rojan ji aliyê rêveberekî kampê û gelek kesên din ve hatiye tecawizkirin.

Dîsa di heman mehê  li Kilîsê jî jina asteng dar ku zorî fihûê dihat kirin, ji aliyê rêxistinên jinan ve hat deîfrekirin.

Dîsa wêneyên zarokên keç ên ji sûriyê bi benzînxaneyan ve tên kirin, û bi 10-hezar TL difroin zilamên temen mezin.

QETILKIRINA JINAN
DI ROJEKÊ DE 3 JIN HATIN QETILKIRIN

Di vê navberê de jinkujî jî li gelek deveran didome.
 
Li gundê Kop Kutiyan Dayîka 7 zarokan N.Y ji aliyê hevjînê xwe Abdulselam Yolcu ve bi sîlehê hat qetilkirin.

Pitî hevjîna xwe qetil kir kir ji cihê bûyerê reviya.

Li Sêrtê jî hat îddîakirin ku jineke 17 salî bi çifteya nêçîrê xwe kutiye.

Li aliyê din hat ragihandin li navçeya Edene Yuregîrê jî Hasan Yelmez hevjîna xwe ya 14 salan H.Y'ê, bi îdîaya ku bi zilamekî din re jî di têkiliyê de bûye, bi destên xwe xeniqand.

362 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN