Mal  -  POLTKA
Li Koban pirsgirka bijk derman heye
Dem : 2014.10.16  16:43:55
Pit eteyn DAIޒ r Kantona Koban kirin 3 nexwexaneyn li bajar j bn hedefa bombe ran. Ji ber v yek li bajar pirsgirkn tendurstiy tn jiyn. Ji ber er dijwar hem pdiviya bijkan hem j pdiviya bi dermanan heye. L li ge hem kmasiyan j 4 bijk ev roja xwe dikin yek birndar nexwean tedaw dikin. Yek ji bijkn ku ji destpk heya niha Koban neterikandiye Welat Xell Omer e dibje pirsgirkn cid hene. Omer diyar kir ku ew ancax birndarn sivik dikarin derman bikin.

Pitî çeteyên DAI’ê êrîî Kantona Kobanê kirin 3 nexwexaneyên li bajar jî bûn hedefa bombe û êrîan. Ji ber vê yekê li bajar pirsgirêkên tendurîstiyê tên jiyîn. Ji ber erê dijwar hem pêdiviya bijîkan hem jî pêdiviya bi dermanan heye. Lê li ge hemû kêmasiyan jî 4 bijîk ev û roja xwe dikin yek û birîndar û nexwean tedawî dikin. Yek ji bijîkên ku ji destpêkê heya niha Kobanê neterikandiye Welat Xelîl Omer e û dibêje pirsgirêkên cidî hene. Omer diyar kir ku ew ancax birîndarên sivik dikarin derman bikin.

Pitîêrîên çeteyên DAI’ê 3 nexwexaneyên ku li Kobanê hebûn jî rastî êrîa bombebaranê hatin. Niha her 3 nexwexane jî nayên bikaranîn. Her roj bi dehan welatî û ervanên YPG/YPJ’ê birîndar dibin û nexwe dikevin. Lê tenê 4 bijîk li Kobanê hene. Maleke ku 2 odeyên wê hene niha wek nexwexaneyê tê bikaranîn. Bijîkê bi navê Welat Xelîl Omer ku ji destpêkê ve Kobanê neterikandiye dibêje ji 3 payan 2 welatiyên sivîl in têne nexwexaneyê. Omer diyar kir ku nexwe bi gelemperî jin û mêrên extiyar û zarok in û got ku ne tenê hejmara bijîkan têr dike ne jî derman.

‘Tenê em birîndarên sivik derman dikin’

Pitî êdî hewa ber bi sermayê ve diçe û demsala payîzê dest pê kir, gazincên nexweiyan jî zêde dibe û hejmara nexwean jî zêdetir dibe. Omer dibêje ku ji ber er û pevçûnên mezin hene ji hêla xwarin û vexwarinê ve jî welatî pirsgirêkan dijîn û ev yek jî li ser tendurîstiya wan bandorê dike. Omer wiha got: “Li vir tenê em ervanên birîndar derman nakin. Nexwe û birîndarên sivîl jî pir in. Div an rojên dawî de jin û mêrên extiyar û zarok gelek serî li nexwexaneyê didin. Lewre hewa êdî ber bi sermayê ve diçe demsal diguhere. Dîsa ji ber ji hêla xwarin û vexwarinê ve pirsgirêk hene jî pirsgirêk tên jiyîn. Li vir ligel hemû bêderfetiyan jî titên jid estên me tê em dikin. Gelek nexweên ku tên ji me xwarinê dixwazin; lê ew derfetên me ku em xwarinê bidin wan tune ne. Tenê em li vir birîndarên sivik derman dikin.”

‘Pirsgirêka derman pir e’

Omer bal kiand ser kêmasiya derman jî û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Derman pir kêm e. Çend roj berê hin alîkariya derman ji me re hat lê ev pêdiviyan pêwazî nake. Ji 3 para parek ancax ervan in yên tên nexwexaneyê. Yên din tev sivîl in. Her yek ji wan nexweiyên wan cur be cur hene. Li cem me jî dermanên van nexweiyan tune ne. Niha li vir em 4 bijik nexwean derman dikin û hejmara me pir kêm e. Bijîkên me yên profesyonel ji neçarî ji bajar derketin. Wek nexwexane jî em xaniyekî du odeyên wê hene bi kar tînin. Li odeyekê em nexwean derman dikin li odeya din jî meliyatê pêk tînin. 3 nexwexaneyên me hebûn her 3 jî hatin bombe kirin.”

Omer anî ziman ku derfetên wan ên nexwean di bin muahedeyê de bigirin jî tune ne û wiha got: “Cihê me biçûk e. Ji ber vê yekê pitî em nexwean tedawî dikin an jî emeliyat dikin di nava bajar de em wan li hin malan bi cih dikin. Dermankirina wan êdî li wan malan berdewam dike.” Omer careke din bal dikiîne ser welatiyên sivîl û dibêje ji 10 hezaran zêdetir sivîl li bajar hene. Omer dibêje ku li gel nexweiyan ên ku bi parçeyên topên hawanan birîndar bûne jî pir in.

10 kes ji ber li derî hatin rawesitandin mir in

Omer bi bîr xist ku ji ber dewleta tirk dem bi dem Deriyê Sînor ê Kobana Serxet (Murîtpinar) li nexwean digire dikevin tengezariyê û wiha axaftina xwe domand: “Heya îro ji ber derî dereng vebû an jî nehat vekirin 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber xwîn zêde ji laê wan çûn jiyana xwe ji dest dan. 6 ji van ervanên YPG û YPJ’ê bûn, 2 ji wan ervanên Artêa Azad bûn 2 jî sivîl bûn. Birînên wan giranbûn û diviyabû zû emeliyat bibin; lê ji ber 5 saetan hatin rawestandin li ser sînor ehîd ketin.”

Omer di dawiya axaftina xwe de xwest ku deriyê sînor bênavber vekirî be û wiha got: “Ger ev derî vebe û gelê me yê Bakur jî pitgirî bide me, hevalên me yên bijîk werin alîkariya me, em ê gelek pirsgirêkan hêsantir çareser bikin. Jixwe tenê em kesên birînên wan giran bin û derfeta me ya dermankirinê tune be diînin Bakur.”

935 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA