Bi hezaran cenazey Kaeroglu spartin ax
Dem : 2014.10.19  17:33:09
Cenazey Ekrem Kaeroglu ku bi guleya polsan ji ser xwe birndar bb, pit jiyana xwe ji dest da, ji aliy hezaran kesan ve hat definkirin.

Cenazeyê Ekrem Kaçeroglu ku bi guleya polîsan ji serê xwe birîndar bûbû, pitî jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin.

Li Îzmirê di 7'ê Cotmehê de li taxa Doganlar a Bornova di çalakiyên li dijî êrîên DAI'ê de ciwanê bi navê Ekrem Kaçeroglu, bi guleya polîsan ji serê xwe ve bi giranî birîndar bûbû. Kaçeroglu ku heta niha li nexwexaneyê dihat dermankirin serê sibê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Kaçeroglu ji saziya tipa edlî ya Îzmirê wergirtin û ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Girsê darbesta Kaçeroglu bi alên PKK û KCK'ê pêçan û birin Mizfefta Navendi ya Çamkule. Di merasima cenaze de rêveberên HDP, DBP, TAYD-DER, YAKAY-DER û Meclisa Dayikên Atiyê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Girsê di merasima cenaze de bê navber siloganên "ehid namrn", "Kurdistan dê ji faizmê re bibe goristan" û "Bijî serok Apo", "Qatil Erdogan", "Rêheval Ekrem nemir e" gotin. Girsê cenaze birin Goristana Altindag û ji aliyê hezaran ve hat definkirin. Di merasimê de pankarta "ehid namirin Ekrem Kaçeroglu nemir e" vekirin. Girsê pitî merasima cenase ji ser goristanê belav bûn. Di merasimê de zêdebûna polîsan bal kiand ser xwe.

545 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE