Bila ji berpirsyarn n li Kurdistan sc kirine heseb b pirsn
Dem : 2014.10.20  17:00:14
Serfermandar Git y Art y ber Dogan Gure damezirner JTEM Arf Dogan n bi rxestinn paramlter n ava kirine ve di dema wan de li Kurdistan berpirsyar gelek scn pk hatin bn l hesabn wan scan nedan mirin. Malbatn ku xizmn xwe di kutinn kiryar nediyar de winda kirine ji ber ku ji wan kesan hesab nehatiye xwestin mirine nerazbn nan dan xwestin ku Suleyman Demrel, Tansu ller, Mehmet Agar kesn din n ku sc kirine hj dijn bila bn darizandin.

Serfermandarê Gitî yê Artêê yê berê Dogan Gure û damezirînerê JÎTEM’ê Arîf Dogan ên bi rêxestinên paramîlîter ên ava kirine ve di dema wan de li Kurdistanê berpirsyarê gelek sûcên pêk hatin bûn lê hesabên wan sûcan nedan û mirin. Malbatên ku xizmên xwe di kutinên kiryar nediyar de winda kirine ji ber ku ji wan kesan hesab nehatiye xwestin û mirine nerazîbûn nîan dan û xwestin ku Suleyman Demîrel, Tansu Çîller, Mehmet Agar û kesên din ên ku sûc kirine hêj dijîn bila bên darizandin.

Li Kurdistanê bi taybetî di salên 90’an de wekî polîtîtikaya dewletê gelek qatlîam, cînayet, kutinên kiryar nediyar, îkence, ewitandina gundan, koçberiya bi zorê kete meriyetê û berpirsyarên van kirinan ligel daxwaz û serlêdanan nehatin darizandin. Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tê xwestin bê avakirin û dewlet bi van sûcên xwe ve rû bi rû bê jî nehatiye avakirin. Ligel ku ji bo pêkanîna atiya civakî ev tit pir girîng e jî ev kesên ku peywirdarên dewletê ne û hesab nadin û dimirin. Herî dawî Fergermandarê Gitî yê Artêê yê berê Dogan Gure û damezirînerê JÎTEM’ê Arîf Dogan mirin.

Di dema Dogan Gure de di navbera 6’ê kanûna 1990’an heta 30’ê tebaxa 1994’an gelek kutinên kiryar nediyar, windakirin, ewitandina gundan û valakirina gundan pêk hat. Di daneyên ku Navenda Hefizeyê de tê gotin ku di qeydan de tê xuyakirin ku di dema Gure de 122 bûyer qewimîne. Gure ji b ovan bûyeran hesab neda û di 14’ê cotmehê de li GATA’ya Enqereyê mir.

Albayê teqawît Arîf dogan j îli dijî Têkoîna Azadiya Kurd di 1987’an de JÎTEM ava kir. Di dema Dogan de û pitî wî ji aliyê JÎTEM’ê ve bi hezaran kesên bêguneh hatin qetilkirin û windakirin. Arîf Dogan ji ber sûcên JÎTEM’ê nehat darizandin û di 2013’yan de ji doza Ergenekonê 47 sal û 3 meh cezaya hepsê lê hate birîn lê ligel vê yekê jî ji ber temen û tenduristiyê bi erta kontrola edlî hate berdan. Arîf Dogan jî wekî Gure bêyî hesab bide li GATA’ya Stenbolê mir.

Malbatên ku ji aliyê wan ve hatin qetilkirin û windakirin jî hê jî lêgerîna xwe ya edelatê didomînin. Malbatan ji bo ku bêyî hesab bidin mirine li hemberî vê yekê nerazîbûn nian dan û dixwazin ku Suleyman Demîrel, Tansu Çîller û Mehmet Agar ên ku hêj dijîn bên darizandin.

Adnan Orhan ê du di 24’ê gulana 1994’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê bav, ap, kurapên wî ji aliyê lekeran ve hatin qetilkirin û pitî 15 rojan cilên gerîla li wan kirin, diyar kir ku berpirsyarê qetilkirina xizmên wî Dogan Gure e.

Orhan da zanîn ku bedelên ku salên 90’an de gelê kurd daye derdikeve holê lê dewlet ji berpirsyarên cînyetan hebas naxwaza û ceza nake. Ordan dest nîan kir ku ji sûcên di wan deman de pêk hatiye Gure û Dogan berpirsyar e û ev tit anî ziman: “Di xwîna xizmên me de destên wan hene, em heqê xwe helal nakin. Ew bimirin jî destê me dê di paila wan de be. Ew ê mafê me bdin tu xizmên windayan dê heqê xwe helal nekin.”

Orhan bilêv kir ku Suleyman Demîrel, Tansu Çîller, Mehmet Agar û berpirsyarên wê demê divê derkevin pêberî darazê û wiha axivî: “Em dixwazin yek bi yek hesab bê pirsîn. Em dixwazin qeyd derkevin holê û qetlîam bi fermana kê hatine kirin û kesên ew hêza tarî ava kirine jî wan hesab bê pirsîn.”

Orhan anî ziman ku divê dewlet helwesteke zelal nîan bide û ji ber sûcên hatine kirin ji xizmên mane lêborînê bixwaze.

Îffet Nurta (60) a ku di dema Gure peywirdar bû de di 1993’an de ewil birayê xwe Mehmet Tekdag û pitî saleke jî Alî Tekdag ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye windakirin jî diyar kir ku bi salan cihê ku neçûne nemaye û titek ji kirayaran nehatiye kirin û bi gotina “Li vê dinê j îli wê dinê jî destên min di paila wan de ya” nerazîbûna xwe nîan da.

Nurta da zanîn ku goreke windayan a ji bo wan duayeke bixwînin jî nîn eê wiha got: “Bi salan e ez êa birayên xwez dikêim. Tenê daxwaza min cezakirina kesên wan windakirin bû. L êli vê dinê edalet bi cih nehat. Lêb ila nebêjin li aliyê din ev edalet pêk nayê. Em ê tu caran heqê xwe helal nekin. Wekî wan hemû wezûr, fermandar, serokwezîrên wê demê hê jî xwe dihejînin û digerin. Ma dewlet ji yên karên wî yên qirêj dike hebasê dixwaze? Heke hesabek bê dayîn divê ew bidin.”

325 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE