Mal  -  POLTKA
CIVNA KOMA HDP' LI MECLS PK HAT
Dem : 2014.10.21  17:09:17
Hevseroka HDP' Fgen Yuksekdag di civna koma partiya xwe ya mecls de axiv. Yuksekdag behsa poltkayn AKP yn chkar kir xwest ji kesn di rojn derbasby de welat qetilkirine hesap b pirsn.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de axivî.

Yuksekdag behsa polîtîkayên AKPê yên cîhêkar kir û xwest ji kesên di rojên derbasbûyî de welatî qetilkirine hesap bê pirsîn.


CIVÎNA KOMA HDP'Ê LI MECLÎSÊ PÊK HAT
HEVSEROKA HDP'Ê FÎGEN YUKSEKDAGA MIJARÊN DI ROJEVÊ DE NIRXANDIN

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag destpeka axaftina xwe de helwest û siyaseta hikûmeta AKP'ê ya li dijî Kurdan rexne kir.

Yuksekdag diyar kir ku AKP bi vê siyaseta xwe biçûkbûna xwe îlan kiriye û êdî ew jî vê rastiya xwe dibîne û got:

Fîgen Yuksekdag anî ziman ku li Tirkiyê cînayetên kiryar nediyar ji nû ve destpê kirin wiha dewam kir.

LI TIRKIYÊ CÎNAYETÊN KIRYAR DIYAR
"Rojnamevanek li Edenê ji aliyê kesên bi maske ve hate qetilkirin. Heke hûn wêrek bin herin wan makseyan daxînin.  Rojnamevaneke DYA'yî bi qezayeke gumanbar jiyana xwe ji dest da. Berî bê kutin tê gotin rastî gefên MÎT'ê hatibû."

Hevseroka HDPê civîna hukûmeta AKPê ya bi mirovên aqilmend re bibîrxist û got, Hukûmetê êdî têkiliya Kobanê û pêvajoya çareseriyê dît. Êdî em ji soz û xapandinên wan re dibêjin na. Em avêtina gavên berbiçav dixwazin. Aqilmend komkirin lê bersiva vê yekê nedan.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag ert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyaniyên rayedarên hukûmeta AKPê jî bibîr xistin û wiha got;

PEYAMÊN JI BO HIKUMETÊ
"Hûn bi ode, mase û televîzyona li Îmraliyê re mijûl nebin. Karên we yên girîng hene. Ji bo pêvajoya çareseriyê desteyan bixin dewrê, ji bo paqijiya rê bixebitin.  Em çareseriyê dixwazin. Em naxwazin hewldanên atî û çareseriyê vala biçin."

Yuksekdag herî dawî jî berxwedana li Kobanê silav kir û wiha got:

Xwedîderketina li welatiyên ku ji Kobanê hatine erka me ye. Me ev wezîfe girt ser xwe û hêza me ya ku em vê yekê pêk bînin jî heye. Her kesê ku Kobanê wekî rûmetê dibîne, divê xwedî lê derkeve.

906 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA