BERXWEDANA GEL A LI PIRSS
Dem : 2014.10.29  16:52:17
Berxwedana gel a li Pirss dewam dike. Tevlbnn n yn berxwedana li ser xeta snor j zde dibe. ro heyetek ji parlementern Ewrpa j serdana alakgeran..

Berxwedana gel a li Pirsûsê dewam dike.

Tevlîbûnên nû yên berxwedana li ser xeta sînor jî zêde dibe.

Îro heyetek ji parlementerên Ewrûpa jî çû serdana çalakgeran..


BERXWEDANA GEL A LI PIRSÛSÊ
ÇALAKÎ BI TEVLÎBÛNÊN NÛ DEWAM DIKE

Tevlîbûna nava berxwedana li ser xeta Kobanê-Pirsûsê her ku diçe zêde dibe.

Grûpên nû yên ji bajarê bakurê kurdistan û tirkiyê çûn jî tevlî berxwedanê bûn.

Welatiyên ku tevahiya evê gûh û çavên wan li Kobanê ye,

Di saetên sibê de jî bi çalakiya zîncîra ji mirovan dest bi rojê kirin

Li gundê Miseynter îro welatiyan saet 11an bi destê hev girtin û  bedena xwe YPG-YPJ nivîsandin.

Paê jî sirûda 'çerxa oreê' xwendin.

Pitî çalakiya zincîra ji mirovan çalakgeran dest bi paqikirina derorê kirin.

BERXWEDANA GEL A LI PIRSÛSÊ
NÛNERÊN PARTIYA ÇEP A EWRÛPA LI PIRSÛSÊ NE

Serdanên ji bo Pirsûsê jî dewam dikin.

Bi taybetî jî serdanên ji Ewrûpayê jî zêde dibin.

Parlementerên partiya çep çûn herêmê û hevdîtin pêk anîn.

Heyeta ku ji partiya Awrûpa a Çep, Îtîfaka sor-kesk, koalîsyona çep a radîkal a Yewnanîstan û serkreterê partiya Komînîst a Fransa Pîerre Laûrent pêî çûn serdana aredariya Pirsûsê.

Endama KCDê Feleknas Ûca, parlementer Îbrahîm Bînîcî û Nazmî gur heyet pêwazî kir.

HEYETA PARTIYA ÇEP A EWRÛPA LI PIRSÛSÊ YE
'JI BO KOBANÊ EMÊ LEZ BIDIN XEBATÊ XWE'

Pitî hevdîtinan heyet çû ser sînorê kobanê û lêkolîn pêk anîn.

pitî lêkolînê sekreterê partiya komînîst a Fransayê Rîerre Laûrent daxuyanî da û diyar kir, ji bo alîkariya kobanê ewê lez bidin xebatên xwe.

DAXUYANIYA PÎERRE LAURENT
"Dewleta tirk li ûna alikariyê bide we, me dît ku alîkariya ji bo we asteng dike. Dema em zîvirîn Ewrûpayê ji bo we emê li qada navnetewî alîkariyê bidin destpêkirin. Wek nûnerên partiya çep a Ewrûpa divê êdî em alîkariyê bidin kurdan. Weke her carê emê xebatên xwe ênber bikin û ji bo PKK ji 'lîsteya terorê' ya Ewrûpa were derxistin emê lez bidin xebatên xwe".

BERXWEDANA LI PIRSÛSÊ
TOPÊN DAI Û BOMBEYÊN GAZÊ YÊN TIRK ZIRARÊ DIDIN BOSTANÊN GUNDIYÊN DEWAN

Li aliyê din welatiyên li gundê li ser xeta pirsûs û Kobanê jî zerarê ji çekên dewleta tirk û DAIê dibînin.

Welatiyên gundê Dewanê para xwe ji topên hewanê û bombeyên gazê yên dewleta tirk digrin.

Topên hawanê yên DAIê û bombeyên gazê yên dewleta tirk zirareke mezin didin bostanê welatiyên gundê dewan.

326 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE