18 KARKERN DI KAN DE AS MANE TK‎ONA JIYAN‎ DIDIN
Dem : 2014.10.29  16:53:09
Li Karaman di kana komir ya Has ekerler Madencilik de teqn rda 18 karker di kan de as man.

Li Karamanê di kana komirê ya Has ekerler Madencilik de teqînê rûda û 18 karker di kanê de asê man.

LI KARAMANÊ TEQÎNA KANA KOMIRÊ
18 KARKERÊN DI KANÊ DE ASÊ MANE TÊK‎OÎNA JIYAN‎Ê DIDIN

Li herêmê 5 kanên komirê hene, ji ber ku 2 jê ji ber kêmasiyên xwe hatine girtin, tenê 3 ji wan dixebitin.

Kana komirê ya Has ekerler Madencilik li bejahiya navçeya Ermenekê ye.

18 karker niha di bin erdê de ne û av jî serê her du saetan metreyek bilind dibe û asta avê ji niha ve ji bea ku karker têde dixebitin, bilindtir bûye.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Taner Yildiz, li xwe mikur hat ku ev kan di meha Hezîranê de ji ber kêmasiyên têde hatibû girtin, wextek jêre hatibû dayîn û pitî 3 mehan ku kêmasî hatin temamkirin kan careke din hatiye vekirin.  

Di vê navberê de, li herdeverê Tirkiyeyê û kurdistanê karkeran ji ber kêmasiyên wê, nerazîbûn nîanî hukumetê dan.

Ev nerazîbûn li gelek deveran veguhezî çalakiyan ku cihê bûyerê jî yek ji van deran bû.

Wezîrên AKP"yî yên hatin vêderê ji alyê gel û karkerên vêderê ve hatin protestokirin.

Gelê vêderê hukumetê ji ber tedbîrên pêwist negirtiye sûcdar dikin.

Di serî de yên Kana komirê ya Somayê, bi sedan karkerên Kanê berê xwe dane cihê bûyerê.

Xwediyê kana komirê ya Has ekerler Madencilik a Karamanê Saffet Ûyar bi nasnameya xwe ya AKP"yî tê naskirin û herwiha di hilbijartinan de ji AKP'ê bûyeberendamê.

Tê gotin ku Xwediyê Kanê Saffet Ûyar niha xwe daye alî û kes nikane xwe bighînê.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a oreger-DÎSK'ê jî nerazîbûn nîanî hukumetê da.

Serokê Gitî yê Konfederasyonê Kani Beko da zanîn ku ji ber teeronî tê kirin û karker bêyî ewlekariyê tên xebitandin, sûcê rayedaran heye.

Li aliyê din, Navenda Giîtî ya ya HDP'ê jî bi daxuyaniyekê ji ber kerasetê hukumetê berpirsiyar girt.

HDP'ê got ev felaket"cinayeta kar" e û divê wezîrên ji vê yekê berpirsiyar tavilê îstifa bikin.

342 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE