LI ENGAL TRAJEDIYA MIROVAHIY
Dem : 2014.10.29  17:05:25
Zdetir 10 hezar kes li iyay engal ne. Ji ber hatina zivistan welatiyn ku di bin dorpa eteyn DAI' de ne bi birbn qerisn re r bi r ne.

Zêdetirî 10 hezar kes li çiyayê engalê ne.

Ji ber hatina zivistanê welatiyên ku di bin dorpêça çeteyên DAI'ê de ne bi birçîbûn û qerisînê re rû bi rû ne.


LI ENGALÊ TRAJEDIYA MIROVAHIYÊ
BIRÇÎBÛN Û TALÛKEYA KOMKUJIYÊ HEYE


Zêdetirî 10 hezaran welatî li çiyayê engalê ne...

Û di bin dorpêça çeteyên DAI'ê de têkoîna jiyanê didin.


Hemû pêywendiyên sîvîlên li Çiyayê engalê bi cîhanê re hatiye birrîn.

Ji roja 28'ê îlonê û vir ve çeteyan dor li çiyayê engalê girtiye û êri dikin.

Gerîlayên HPG'ê û ervanên yêkîneyên berxwedana engalê sîvîlan diparêzin.

Lê belê ji ber hatina zivistanê ert û mercên jiyanê gelek zehmet bûne.

Û derfetên heyî jî diqedin...

Hewcehî bi konên zivistanê, sol, kincên zivistanê, zat, ava paqij, derman û doktoran heye.

Erzakên di destê xelkê engalê de encax têra 20 rojan dikin.

engaliyên ku têkîliyên wan bi cîhanê re qût bûye banga alîkariya lezgîn li civaka navneteweyî dikin.

Tê xwestin ku ji hewayê ve alîkariya lezgîn a însanî bê dayîn û ji bejahî ve jî korîdorek bê vekirin.

Di 3'ê tebaxê de dema çeteyên DAI'ê ketin engalê bi sedhezaran welatî neçar man gund û xaniyên xwe biterikînin.

Bi deh hezaran kesên ku xwe spartin çiyayê engalê bi xêra ervanên YPG'ê û Gerîlayên HPG'ê ji komkujiyê filitîn.

Lê belê çeteyan li gundên ku ketin de gelek kes bi awayekî hovane qetilkirin û bi hezaran jin revandin bi xwe re birin.

Gelek ji wan jinan li bazaran weke cariye hatin firotin, gelek ji wan rastî tecawizê hatin û hatin qetilkirin.

Li gorî çavkaniyên êzîdiyan pitî dagirkirina engalê 10 hezar kes winda ne.

Û tê texmînkirin ku 5 hezar ji wan kesan hatine qetilkirin.

337 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE