'EGER TEDBR BIHATIBANA GIRTIN W EV QEZA NEBYA'
Dem : 2014.10.30  16:44:23
Hviyn ji bo 18 karkern di komkujiya li naveya Karaman Emenek pk hat, her die kmtir dibin. Karkern wder dibjin, eger xwediy rket tedbr stendibana, w ev bobelat nehata ser wan.

Hêviyên ji bo 18 karkerên di komkujiya li navçeya Karamanê Emenekê pêk hat, her diçe kêmtir dibin.

Karkerên wêderê dibêjin, eger xwediyê îrketê tedbîr stendibana, wê ev bobelat nehata serê wan.

LI KARAMANÊ KOMKUJIYA KARKERAN
'EGER TEDBÎR BIHATIBANA GIRTIN WÊ EV QEZA NEBÛYA'


Li Karamanê di kana komirê ya Has ekerler Madencilik de qenaleke avê teqiyabû û 18 karker di kanê de asê mabûn.

Xebatên Rizgariyê yên ji bo karkeran dewam dikin.

Lê belê pispor didin zanîn ku hêviya sax derxistina wan gelekî kêm bûye.

Lewra 18 karker niha di bin erdê de ne û li wêderê asta bilindbûna avê gelekî zêde ye.

Karkerên ji karesatê filitiyan, diyar kirin ku faciya pêk hatî li ber çavan bû û tevî hemû hiyariyên wan, rayedaran ti tedbîr ne girtin.

Karkeran ragihandin ku beriya salekê jî li kanê 2 teqîn pêk hatin lê belê bi ens ti tit bi kesekî nehat û gotin:

Li kana komirê ti ewlehiya canê wan nîne û hemû kontrolên Wezareta Xebatê kêm mane.

Karkerên ku ji ber tirsa 'ji kar bên avêtin' navên xwe nedan destnîankirin ku,

Pitî faciyaya Somayê kontrol hatin kirin, li ji ber ku xwediyên kanan cezayên li wan hatine birîn dan û ti tedbîrên ewlehiyê negirtin.

Karkerekî din got karesat di dema firavînê de rû da û got:

"Ji ber ku zext li me hat kirin ku em di nava kanê de firavînê bikin, ev faciya pêk hat."

Karkerî din jî diyar kir, ku mercên xebatê gelek ki xerab in û wiha dewam kir;

"Tita ku parton tenê difikirin, gelektir komir û pereye."

Li aliyê din tê ragihandin ku di nava kanê de karesateke din jî pêk hatiye.

243 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE