Mal  -  CHAN
1' MIJDAR ROJA KOBAN YA CHAN
Dem : 2014.10.30  16:49:58
Kongra Gel di daxuyaniya xwe de tne ziman ku berxwedana Koban weke mladeke n derbas droka chan bye.


1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÎ
KONGRA GEL BANGA ‎TEV‎LÎ‎BÛNA ÇALAKIYAN KIR

Kongra Gel di daxuyaniya xwe de tîne ziman ku berxwedana Kobanê weke mîladeke nû derbasî dîroka cîhanê bûye.

Lewra li dijî barbarên ku dixwazin cîhana xwe ya tarî li ser gelên me ferz bikin, ervanên YPG, YPJ, Burkan El Firat û gelê Kobanê, nirxên mirovahiyê diparêzin.

Kongra-gel destnîan dike pêwîstî bi xwedîderketin û desteka lezgîn a ji bo Kobanê heye, ji ber xeteriya li ser Kobanê berdewam e.

KOngra Gel balê dikîne ser girîngiya banga akademîsyen, hunermend, rewenbîr û siyasetmedaran a ji bo "Mea Cîhanê ya ji bo Kobanê û dibêje:

DAXUYANIYA KONGRA GEL
"Em bang li tevahiya gelê xwe, gelên em bi hev re dijîn û dostên xwe dikin, ku li her qadê bi girseyî bedarî meên ji bo Kobanê yên 1'ê Mijdarê bibin. 1'ê Mijdarê roja emiyê divê ti kes li malê nemîne, neçe ser kar, û bi xurtî li berxwedana Kobanê û ehîdên me xwedî derkeve."


1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
LI TIRKIYE Û KURDISTANÊ AMADEKARIYÊN ÇALAKIYAN LI BER TEMAMBÛNÊ NE

Navenda Gitî ya DBP têkîldarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê daxuyaniyeke nivîskî weand.

Di daxuyaniyê de banga tevlibûna çalakiyan kir.

Li aliyê din, 2 roj beriya çalakiyên 1'ê Mijdarê li Amedê liv û tevgereke mezin a polîsan heye.
    
Hate ragihandin ku 2 hezar polîs ji deverên cûda hatine Amedê û li bajêr bicîhbûne.

Li navçeya Amed Bismilê jî pankartên ku bi wesîleya 1ê Mijdarê roja Kobanê li kolanan hatibûn daliqandin, di saetên sibê de ji aliyê polîsan ve hatin jêkirin.

aredariya Bismilê derbarê mijarê de serî li dozgeriyê da û giliyê polîsan kir.

Li Wanê, ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê wê mea ku bê kirin, xebat didomin.

Rêxistina DBPa Wanê ji bo pitgiriya Kobanê wê 1'ê Mijdarê saet di 13.00'an de ji Duriyana Hala Fekiyan heta Parka Feqiyê Teyran meekê li dar bixe.

Kovara Demokratîk Modernîtê wê di 1'ê mijdarê de sempozyumeke bi navê,

"Sempozyuma qeyrana arastaniya Rojhilata Navîn û hemfikrandina demokratikbûna Tirkiye" pêkê bike.

Sempozyum wê seat di 10.00'an de li salona Zaningaha Bogazîçiye ya Garantiye dest pê bike.

Xwendekarên zanîngehên Çewlikê jî bi armanca xwedîderketina li Kobanê stand vekirin.

Xwendekaran belavokên çalakiyên 1ê Mijdarê belav kirin û banga tevlîbûneke xurt kirin.


Bi wesîleya 1ê Mijdarê roja Kobanê wê li bajarê Baûrê Kurdistanê Hewlerê jî mitîng bê lidarxistin.

Komîteya amadekar a mitîngê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir wê mitîng saet 15an de li parka anedar pêk bê.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Îzmîrê, TAYD-DER û gelek saziyên din jî bi heman armancê dest bi amadekariyên mea Îzmîrê kirin.

Me wê li ber Gara Alsancakê dest pê bike û heya Kolana ehîdên Kibrîsê dewam dike.

Bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li çar hêlên Cîhanê girseyên gel wê dakevin qadan.

Organîzasyonên Kurd û Tirk yên li Dîasporayê bangên tevlîbûna çalakiyan kirin.

JI BO KOBANÊ ÇALAKIYÊN CÎHANÎ
JI HER DEVERAN BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊN 1'Ê MIJDARÊ


Bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li çar perçeyên cîhanê wê me û mitîng bên lidarxistin.

Wê gelên Ewrûpa, Asya, Afrîka, Amerîkaya Bakur û Baûr û li Awustralya di vê rojê de ji bo Kobanê bimein.

Li van Navendên Elmanyayê çalakî hene;

Stuttgart, Nürnberg, Frankfurt, Berlin, Köln, Düsseldorf, Bielefeld, Hannover, Bremen, Hamburg, Leipzig, Erfurt, Saarbrücken, Marburg, Freiburg.

Gelên li Fransayê dijîn jî, di serî de li Parîs li 9 navendan wê di çalakiyên girseyî de bên cem hev.

Hin ji wan bajaran ev in;

Marsilya, Bordeaux, Strabourg, Rennes, Toulouse, Nantes, Lille, Caen.

Hin Bajarên din yên lê çalakî hene jî ev in:

Bajarê Hollanda Den Haag, bajarên Swîsre Basel û Zürih,

Paytexta Belçîka Brüksel, paytexta Danîmarka Kopenhag, paytexta Norveç Oslo û bajarê Bergen,

Paytexta Fînlandiya Helsinki, payetexta Spanya Madrid, paytexta Swêd Stockholm û bajarên Malmö, Göteborg, Uppsala û Gävle,

Paytexta Yewnanîstan Atina, paytexta Awusturya Viyana,

Paytexta Îngilîstanê Londra û bajarên wê Cambridge û Durham,

Bajarên Portekîz Lîzbon û Rossio,

Herêma Spanya ya xweser Baskê.

Li 15 bajarên Îtalyayê, li 6 navendên Hindîstanê û li 7 herêmên Afganîstanê jî, roja 1ê Mijdarê me tên lidarxistin.

Herwiha li Arjantîn, Awustralya, Kanada, Komara Çek, Ekwator, Honduras, Venezuela, Pakîstan, îlî û li çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyê jî gel wê ji bo Kobanê dakevin qadan.

Kurdên Dîasporayê jî, ji bo tevlîbûneke xurt a çalakiyan xwe amade dikin..
 
Kongreya Civaka Demokratîk li Ewrûpayê KCD-E, NAV-DEM, Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa, Meclisa Atî û Demokrasiyê ya Ewrûpayê, Konfederasyona Koçberên Ewrûpayê, Federasyona Komeleyên Êzîdiyan û gelek rêxistinên din banga tevlîbûna çalakiyan kirin.

486 car hate xwendin
Parve Bike  
CHAN