Ligel zilma dewlet b "Dayika Atiy"
Dem : 2014.11.04  16:51:20
Dayika Atiy Fatma g ji ber zext zordariya dewlet ya ku bibin cerdevan di sala 1994'an de ji gund r (Kapanli) a irnx kober b li Edeney bi cih b. Ligel hem a zordestiy dewlet bi hezkirina atiy her roj dixebite. g diyar kir ku ji ber tade ya dewlet ji welat xwe kober bn ji ber v helwesta dewlet, zarokn w li hember pergala wan ser xwe netewandin di nava Tevgera Azadiya Kurd de cih xwe girtin.

Dayika Atiyê Fatma Çîg ji ber zext û zordariya dewletê ya ku bibin cerdevan di sala 1994'an de ji gundê Êrê (Kapanli) a irnêxê koçber bû û li Edeneyê bi cih bû. Ligel hemû êa û zordestiyê dewletê bi hezkirina atiyê her roj dixebite. Çîg diyar kir ku ji ber tade ya dewletê ji welatê xwe koçber bûn û ji ber vê helwesta dewletê, zarokên wê li hemberî pergala wan serê xwe netewandin û di nava Tevgera Azadiya Kurd de cihê xwe girtin.

Dayika Atiyê Fatma Çig di sala 1994'an de li gundê Êrê (Kapanli) a irnêxê li hemberî zext û zordariya ku dewletê ji bo bibin cerdevan li ser wan dimeand derket û bi zordariya dewletê ji neçarî cih û warê kal û pîrên xwe terk kir. Malbata Çîg pitî ji gundê xwe derketin li Edeneyê bi cih bûn. Ji ber zordestiya dewletê 3 zarokê wê berê xwe dan çiyayê azad û di vê riyê de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Niha kurekî wê jî di girtigehê de ye û keçek wê jî di nav rêfên PKK'ê de ye. Çîg ligel hemû titan jî dîsa jî bi israr atiyê dixwazin. Çîg diyar kir ku ji ber tadeya dewletê ji welatê xwe koçber bûn û ji ber vê helwesta dewletê, zarokên wê li hemberî pergala wan serê xwe netewandin û di nav Tevgera Azadiya Kurd de cihê xwe girtin.


'Li Kurdistan'ê 4 hezar gund vala kirin'

Dayika Atiyê ya Edeneyê Fatma Çîg dest nîan kir ku ji ber ku ew kurd in tu êên ku nekiandine nemaye. Çîg dest nîan kir ku dewletê bi zorê ew ji gundê wan derxistine û ji neçarî ji welatê xwe bar kirine. Çîg got ku lekeran ji wan re gotiye 'ya bibin cerdevan an jî hûn ê ji vî gundî bar bikin' û wiha axivî: "Me jî cerdevanî qebûl nekir û em ketin riya koçberiyê û em hatin Edeneyê. Her roj lekeran bi ser gundê me digirtin û malên me wêran dikirin. Her ev serê sibê bi ser malên me de digirtin. Îkence bi me kirin. Porê min gi rakirin, li herêma me di nava sê rojan bi sedan gund vala kirin. Ên derneketin jî bûn dijminê birayên xwe. Li Kurdistanê 4 hezar gund vala kirin. Dilê wan rehet nebûn bi hezaran kes kutin. Dîsa jî dilên wan rehet nebûn û ên ji ber zilma wan reviyan metrerpola jî rehet bernedan."

'Lekeran heta sibê îkence bi min kirin'

Çîg bilêv kir ku lekeran her roj bi ser mala wan de digirtin û îkence bi wan dikirin û wiha pêde çû: "Lekeran ji bo îkencê bi me bikin her tit dikirin hincet. Rojekê bi milên min girtin û got ku 'ger tu ciyê Apociyan rê me nede em ê te bikujin!' Min jî got tu têkiliya min bi wan re tune ye. Ji ber vê yekê heta sibê îkence li min kirin. Gundê me, rezê me, her titên me ewitandin, îkence bi hemû gundiyan kirin. Heta xwînê di devê gundiya davêt li wan dixistin. Leker û cerdevanan bi hevdu re tevdigeriyan û eziyeta me ji ber destên wan ne kiand nema. Em mecbûr man û em ket riya pêneberiyê. Dema em hatin Edeneyê titekî me tune bû. Me gelek tengasî jî kiand. Tu kes bi me re nedibûn alîkar."

'2 zarokê min bû pakrewan'

Dema malbata Çîg hatin bajarê Edeneyê ji dîsa rastî êrîên dewletê hatin û der barên koçberiyê ev ti anî ziman: "Wexta em hatin Edeneyê jî ji me re digotin terorîst hatin. Ciyê em lê diman jî polîsan her roj êrîî ser mala me dikirin. Her roj ez dibirim qereqolê, bi rojan ez di bin binçavan de dimam. Zehf zilm li me kirin. Gelek tahde li me kirin. Bi roja em bi xêra cîranan em li ser lingan man. 3 zarokên min ji ber zext û êrîên dewletê berê xwe dan çiyayên azad. Lawkê min ên mezin Abdullah (Welat) di sala 98'an de li çiyayê Gabarê ehîd ket. Kurê min Yusuf (Welat Rojava) di nav xebatê Navenda Çanda Mezepotamya (NÇM) yê de cih digirt. Ji bo pitgiriyê bide orea Rojava par derbasî Rojava bû û demekê xebatê xwe li Navenda Çanda Mihemed êxo de domand. Pitî mehekê li wir jiyana xwe ji dest da û ket nav pakrewanan. Keça min Heybet Çîg (Dîana Amara) niha di nava refên gerîla de ye. Kurekî min jî di girtigehê de ye. 22 sal ceza lê birîn. Ez jî nêzîka 5 salan belasebe di girtigehê de mam. Ji ber ku em kurd in tu eziyet nema li me nekirin. Em atiyê dixwazin. Ji vê qirêjiya xwe vegerin. Me tu kes ne kuti ye, mala kesî ne ewitandiye. Em xêra her kesî ji a xwe bêtir dixwazin."

'Rizgariya Kobanê û azadiya Ocalan nêzîk e'

Çîg axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev nêzîkî sal û nîvek e bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hat destpêkirin. Ji Newroza 2013'an de ne gerîla ne jî leker tên kutin. Ji bo ev atiya bi dome ji bo ev xwîna bisekine dayik jî ji bo her titî amade ye. Ev agirbestiya bi xêra Rêberê PKK Abdullah Ocalan ve hat çêkirin û divê ji bo azadiya wî jî hikûmet gavekê bavêje. Ji bo azadiya serokê kurdan Ocalan divê her kes ji bo wî seferber bibe. Ji bo azadiya wî jî kampanyaya îmzeyan hatiye destpêkirin. Azadiya Ocalan xelaskirina hemû gelên bindest e. Rizgariya Kobanê û azadiya Ocalan nêzîk e û ez bawerim ku azadiya wan dê bi hevdu re pêk were."

311 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE