Mal  -  POLTKA
DAI di bin avdriya lekeran de wesaytan didizin
Dem : 2014.11.07  17:57:52
Lekern tirk ku li ser snor civaknas Kader Ortakaya qetil kirin, li hember eteyn DAI' yn ku li heman dever wesaytan didizin tu titek nakin. Ber j dmenn eteyan lekeran bi hev re hatibn kiandin di dmen de ete li ber avn lekeran wesaytn welatiya diewitandin eyayn wan didizn.

Lekerên tirk ku li ser sînor civaknas Kader Ortakaya qetil kirin, li hemberî çeteyên DAI'ê yên ku li heman deverê wesayîtan didizin tu titekî nakin. Berê jî dîmenên çeteyan û lekeran bi hev re hatibûn kiandin û di dîmen de çete li ber çavên lekeran wesayîtên welatiya diewitandin û eyayên wan didizîn.

Çeteyên DAI'ê li ber çavên lekeran sînor derbas dikin û ev yek gelek caran bi belgeyan hatibû pitrastkirin. Berovajî vê yekê tehemuliya lekeran li hemberî welatiyên ku ji bo pitgiriya Kobanê hewl didin sînor derbas bikin tune ye. Civaknas Kader Ortakaya ji bo pitgiriya Kobanê tevli nobeta ser sînor bûbû ji hêla lekeran ve hat qetilkirin. Li heman cihê ku Ortakay hewl da derbasî Kobanê bibe û hat qetilkirin, çeteyên DAI'ê li ber çavên lekerên tirk wesayîtên welatiyan didizin. Di dîmenên ku ji hêla ajansa me ve hatin kiandin de çete destên xwe dihejînin li herêma ku di din kontrola lekeran de ye wesayîtên welatiyên Kobanê didizin. Wesayîtên ku didizin dibin gundên ku dagiri kirine.

Xeta Qop-Elîarê

Welatiyên ji gundê Elîarê hatin û li gundê Qopê ya Pirsûsê bi cih bûne bi dûrbînan li gundê xwe û wesayîtên xwe temae dikin. Welatiyên ku naxwazin cihê wan bên dîtin diyar kirin ku çete tên cem lekerên tirk bi wan re diaxivin û di bin çavdêriya lekeran de wesayîtên wan didizin. Welatiyan destnîan kirin ku çeteyên ku gundê wan dagir kirine gelek caran hewl dane bi çekên kanasê sûîqestê li wan bikin û gotin ku gele guleyên wan li gundê Qopê ketine.

Xeta Merdisimêl-Kazika

Welatiyên gundê Kazikaliyê diyar kirin ku wan wesayîtên xwe li goristana pit qereqolê gundê Merdisimêlê hitine û da zanîn ku di rojekê de bi dehan wesayîtên wan li ber çavên lekeran hatine dizîn. Wekî ku welatiyan diyar kiribû, dîmenên ku çete li ber wesayîtên zirxî yên lekerên tirk wesayîtên welatiyan didizin di dîmenên ku ajansa me kiandine de pitrast bû. Di dîmenan de çeteyên herêm dagir kirine li ber çavên lekerên tirk ên bi wesayîtên zirxî sekinîne li 2 kamyonet û motorsîkletekê siawr dibin û dibin gundê Kazikayê.Wesayîtên ku tên dizîn li TIR'an dikin û ji wir dibin Til Ebyadê û i wir difroin.



Xeta Elîzêr-Comelî,Tilêjbe û Kosikê

Kobaniyên Kosik, Comelî û Tilêjbeyê li gundê Elîzêr a Pirsûsê bi cih bûne gotin ku pitî êrîên çeteyan DAI'ê elektrîka ser sÎnor tê qutkirin û îdia kirin ku bi vî awayî alÎkariya losjîstîkî dikin. Di meha tîrmehê de xendekên ku ji hêla lekeran ve hatin kolandin hê jî hene. Lekerên ku nahêlin welatî nêzîkî wesayîtên xwe bibin, dihêlin çete westîtên wan bidizin.

Xeta Oxan-Qeremoxê

Li gundê Qeremoxê hatine li gundê Oxanê yê Pirsûsê bi cih bûne heman îdia anîn ziman. Welatiyê bi navê Mustafa Îsa (44) ê ku 14 meh berê di erê li hemberî çeteyan de ji lingê xwe birîndar bû got ku ji bo çete wesayîtên xwe êrîên hêzên koalîsynê biparêzin pû avêtine ser wesayîtan xwe û bi vî awayî wesayîtên wan didizin û ev tit anî ziman: "Wekî berê tevgera lekeran zêde tune ye. Lê belê dîsa jî bi wesayîtên zirxî çeteyan dibin derdora Kobanê. Tanka ku ser wê bi pê tîjî kirine hatiye ber gundê Hêlincê û ji wir êrîî Kobanê dikin. Ez bi rêhevalên xwe bawer im. YPG û YPJ dê bi ser bikevin."

684 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA