Mal  -  ROJANE
'Leker Tirk nan girt gule berda'
Dem : 2014.11.07  18:02:06
Kader Ortakaya ya ji bo tevl berxwedana Koban bibe destek bide sivln li wir dij, bi komek ji hevaln xwe derbas aliy Koban y snor b hat qetilkirin. Ji hevaln Ortakaya yn p re ji snor derbas bn Ahmet G. Mhammed Hemed destnan kirin, ku lekern Tirk ti hiyar nedane bi zanebn gule berdane wan.

Kader Ortakaya ya ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibe û destekê bide sivîlên li wir dijî, bi komek ji hevalên xwe derbasî aliyê Kobanê yê sînor bû hat qetilkirin. Ji hevalên Ortakaya yên pê re ji sînor derbas bûn Ahmet G. û Mûhammed Hemed destnîan kirin, ku lekerên Tirk ti hiyarî nedane û bi zanebûn gule berdane wan.

Xwendekara Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakaya (28) ya ji navçeya Riha Wêranarê, ku berî 25 rojan ji Stenbolê hat Pirsûsê û bedarî çalakiya nobedê ya ji bo destekkirina berxwedana Kobanê bû, duh saet di 12:30 de, bi komek ji hevalên xwe re ji bo bedarî berxwedana Kobanê bibe û alîkariyê bide sivîlan ji nuqteya Boydê ya Pirsûsê derbasî aliyê Kobanê yê sînor bû. Kader Ortakkaya di dema derbasbûnê de bi guleya lekerê Tirk a li serî ketî, jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Kader Ortakkaya di nava koma ji sînor derbas bû, jina bi tenê bû.

Hevalên wê Ahmet G. û Mûhammed Hemed ên bi Kader re ji sînor derbas bûn û niha li Kobanê ne, bûyera qewimî ji ANF'ê re vegotin.

"LEKER GULE LI ME REAND. GULE LI PA SERÊ KADER KET"

Ahmet G. diyar kir ku duh saet di 12:30 de ew weke komek ji 12-20 ciwanan ji nuqteya Gundê Boydê, ji bo destekkirina berxwedana Kobanê û alîkarîdayîna sivîlan ji sînor derbas bûne û got, "Dema em ji sînor derbas dibûn, lekeran bi bombeyên gazê êrîî me kirin. Pitî ku me sînor li dû xwe hit, gule li me reandin. Gule mîna baranê di ser me de difiriyan. Yekser nîan digirtin û gule berdidan. Me jî serê xwe danî û dest bi revê kir. Her yek ji me li aliyekî belav bû. Di dema gulereandinê de ji nika ve Kader li pê min ket xwarê. Di nava xwînê de bû. Kader dema ket erdê hînê sax bû. Pitî demekê êdî xwe nedilivand. Gule li pit serê wê ketibû û ser çavê wê qul kiribû û derketibû."

"KOBANIYÊN LI SER SÎNOR ALÎKARÎ DAN"

Ahmet G. ragihand ku di dema êrîê de 3 hevalên wan yek jê ji lingê xwe, yek ji tiliya lingê xwe yek jî ji milê xwe birîndar bûn û anî ziman ku dema gulereandin sekinî wan hewl dan cenazeyê Kader ji erdê rakin û Kobaniyên li Tileîrê di wesayîtên xwe de diman, hatin alîkarî dan wan. Ahmet G. got, "Bi wesayîtên xwe Kader rakirin nexwexaneya li navenda Kobanê. Kader ji xwe hingî jiyana xwe ji dest dabû."

"KADER JI ME RE DIGOT 'EV DER TÊRÊ NAKE DIVÊ EM LI KOBANÊ BIN'

Ahmet G. diyar kir ku wî di nobeda berxwedanê de Kader nas kiriye û anî ziman ku ji destpêkê ve, ji bo tevlî berxwedanê bibin û alîkariyê bidin sivîlan Kader ew tewîqî çûyîna Kobanê kiriye û got, "Ji bo vê, bi me re diaxivî û digot, 'Divê em biçin. Li vir girtina nobedê jî girîng e, lê ya bingehîn divê were kirin, çûyîna Kobanê û tevlîbûna li berxwedanê ye. Ev der têrê nake."

YEKANE WATEYA KOMKUJIYÊ, DIJMINATIYA DEWLETA TIRK A LI KURDAN DIKE YE

Hevalekî din ê Kader Ortakaya Mûhammed Hemed jî da xuyakirin ku di reweke ewçend çeteyên DAI'ê bi hêsanî ji sînorên dewleta Tirk derbas dibin de wateyeke bi tenê ya qetilkirina jineke ciwan a ji bo destekkirina berxwedanê û alîkariya însanî derbasî Kobanê bibe heye û got, "Ev wateye jî dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û berxwedana Kobanê dike ye."

"DEMA HAT QETILKIRIN DI ÇENTEYÊ KADER DE KINCÊN JI BO ZAROKAN HEBÛN"

Mûhammed Hemed ragihand ku di dema çalakiya nobedê ya de wî Kader li Gundê Mahser ê Pirsûsê nas kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kader bi gelê ji Kobanê hat re, gelekî eleqedar dibû. Di karê gihandina alîkariyên ji aredariyan re dihat de cih digirt. Qet sekin pê nediket. Lê belê Kader di her firsendê de digot ku ew êdî nikare xwe li vê êa gelê Kobanê rabigire û dixwaze biçe Kobanê. Li ser vê nêzîkatiya Kader me jî biryar dan ku pê re derbasî Kobanê bibin."

Hemed got, "Dema em derbasî Kobanê dibûn, Kader ji bo zarokan kincên ji bo zivistanê anî bû. Dema hat qetilkirin jî di çeteyê wê yê li pit de ev kinc hebûn. Wê dixwest wan kincan bi destê xwe li zarokan bike, lê mixabin nehitin vê bikin û ew qetil kirin."

"DIVÊ CIWAN LI DIJÎ VÊ KOMKUJIYÊ TEVLÎ BERXWEDANA KOBANÊ BIBIN"

Ahmet G. û Mûhammed Hemed destnîan kirin, ku pitî vê bûyerê ew ê xeyala tevlîbûna li nav berxwedana Kobanê û mezinkirina vê berxwedanê ku Kader derfet nedît bicih bîne, ew ê pêk bînin û anîn ziman ku ji bo hêjayî bîranîna hevala xwe bin, ew ê heta dawiyê li Kobanê li ber xwe bidin.

Ahmet G. û Mûhammed Hemed bang li ciwanên ji Bakurê Kurdistanê û Kobanê kirin ku li dijî vê qetlîamê, bêtir destekê bidin berxwedana Kobanê.

609 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE