Hvapirtk ji bo zarokan dest bi wean kir
Dem : 2014.11.13  10:19:23
Weanxaneya Hvapitk ku ji bo zarok hn kurd bibin kurd bi zarokan bidin hezkirin 8 pitkn n ap kir.

Weanxaneya Hîvapitûk ku ji bo zarok hînî kurdî bibin û kurdî bi zarokan bidin hezkirin 8 pitûkên nû çap kir.

Weanxaneya Hîvapirtûk bi îara "Bi zimanê zarokan jinûve jiyîn" ji bo hemû zarokan zimanê kurdî bide hezkirin û bide xwendin dest bi xebatê kir. Hîvapirtûk weanxaneya yekem a ku ji bo zarokan pirtûkan çap dike. Edîtora Hîvapirtûkê Ulku Bîngol diyar kir ku ziman ji bo neteweyekê nirxê herî girîng ê çandê ye û wiha axivî: "Ev yek ji bo hemû gelan û ji bo kurdan jî derbasdar e. Em jî bi salan e gelê me dibêje 'zimanê rûmeta me ye' têdikoe. Ji bo em jî ev nirxa girîng derbasî pêerojê bikin bi pirtûkên kurdî me dest bi xebata xwe kir."

Bîngol da zanîn ku wan ji bo hemû zarokan xebat dane destpêkirin û derbarê sedema avakirina weanxaneyê de ev tit anî ziman: "Em ji bo hesasiyeta Ehmedê Xanî ya li ser zarokan nîan bidin me ev bar girti ser xwe û ji bo vê yekê em derketin rê. Di Komara Kurd a Mahabadê de kovareke zarokan a bi navê 'gir û kalên mindalên kurdan'hat weandin û 3 hejmarên vê kovarê derketin. Em wekî weanxane ji bo vê hêviyê mezin bikin û ji bo êdî li Kurdistanê weanxaneya zarokan hebe di sala 2014'an de me dest bi xebatê kir."

8 pirtûkên zarokan çap kirin

Bîngol dest nîan kir ku wan 8 pirtûkên zarokan çap kirine û got ku ji van pirtûkan yek jê kirmanckî ye û 7 pirtûk bi kurmancî ye. Bîngol desnîan kir ku ew armanc dikin ku pirtûkên bi soranî jî çap bikin. Bîngol anî ziman ku armanca wan xwendina kurdî di nava zarokan de belav bikin û wiha pêde çû: "Mixabin li ser gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn zext û zordarî tê meandin. Niha ev feraset hêj nehatiye guhartin. Mafê perwerdehiyê mafekî mirovî ye. Wekî weanxane em xwest ji bo zimanê xwe û zarokên xwe titekî bikin û di aliyê kurdî de wan anaz bikin."

Hin pirtûkên di Hîvapirtûkê de hatine weandin wiha ne:

*Mîro û hevalên wî
*Rojbûna mîro
*Laê mîro
*Mîro çûn û hatin
*Mîro paqijî

460 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE