Ji bo 180 hezar Kobaniyan banga alkariya lezgn
Dem : 2014.11.13  10:20:40
Ji 180 hezar Kobaniyn ji ber rn eteyn DAI' ko kirin, 48 hezar n hatine Pirss bi derfetn gel tn vehewandin. Hikmeta ku her kliy ji bo Kobaniyan dibje "me hembza xwe ji wan re vekir" bi ten 6 hezar ji wan li konn AFAD' bi cih kiriye. Di rapora Koordnasyona Krz ya Koban de bi hatine zivistan re bal hat kiandin ser pwstiyen lezgn banga seferberiy dubare kir.

Ji 180 hezar Kobaniyên ji ber êrîên çeteyên DAI'ê koç kirin, 48 hezar ên hatine Pirsûsê bi derfetên gel tên vehewandin. Hikûmeta ku her kêliyê ji bo Kobaniyan dibêje "me hembêza xwe ji wan re vekir" bi tenê 6 hezar ji wan li konên AFAD'ê bi cih kiriye. Di rapora Koordînasyona Krîzê ya Kobanê de bi hatine zivistanê re bal hat kiandin ser pêwîstiyen lezgîn û banga seferberiyê dubare kir.

Ji 15'ê îlonê dema destpêkirina êrîên çeteyên DAI'ê yên li hemberî Kobanê û vir ve nêzî 180 hezar Kobanêyî neçar man Kobanê biterikînin û ji van 17 hezar li wargehên ji konan ên li Pirsûsê dimînin. Li gorî rapora Koordînasyona Krîzê ya Kobanê, ji Kobaniyên neçar mane koç bikin 35 hezar li navenda Rihayê, 15 hezar li Bêrecûgê, 4 hezar li Sêweregê, 600 li Serêkaniyê, 3 hezar li Curnê Re, 12 hezar Hewengê dimînin. Li gorî raporê li navenda navçeya Pirsûsê 20 hezar 101, li konên li navenda navçeyê 9 hezar 864 û li gundên ser bi navçeyê 17 hezar welatî li mal, kargeh, kon û depoyan dimînin. Li konên AFAD'ê yên dewletê jî bi tenê 6 hezar 100 kes dimînin.

Li bajarên din ên Kurdistanê jî, 11 hezar li Amedê, 4 hezar li Mêrdînê, 3 hezar li Meletiyê, 5 hezar 500 li Semsûrê, 4 hezar 500 li Dîlokê, hezar 800 li Antalyayê dimînin û 7 hezar jî derbasî baûrê Kurdistanê bûne.

Di raporê de hat ragihandin ku tevna alîkariyê ya bi pêengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Alîkarî û Pitevaniya Rojava, ji roja destpêkirina koçberiyê û vir ve 240 qemyon barê alîkariyê gihandine Pirsûsê, 87 qemyom û TIR'ek jî pitîdestpêkirina êrîan ji Kobanê re hatine andin. Li gorî raporê, hejmara qemyonên alîkariyê yên di nava du salan de ji Kobanê re hatine andin barê 840 qemyonan e.

Pêniyar

Di raporê de pitî tespîtên hatin kirin, di bea dawî de pêniyar hati kirin û kar û barên divê bi lezgînî werin kirin hatin destnîankirin. Di raporê de ev pêniyar hatin kirin:

"* Ji bo rawstaindina DAI a dixwaze orea Rojava bi xwînê bifetisîne, di serî de civata navneteweyî, divê hemû hêzên demokrasiyê bi lezgînî bikevin nava tevgerê.

* Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwarin û stargehê yên Kobaniyên ji er reviyane, girîng e seferber bibin. Ji ber hatina demsala zivistanê, ji bo pêwîstiyên kincên ji bo zivistanê û betaniyan, destekek xurttir ji kampanyayên alîkariyê re bên dayîn.

* Ji bo birîna rêyên veguhastinê yên DAI'ê, êrîên hewayî yên bi bandor werin kirin û hewl bê dayîn çavkaniyên malî yên DAI'ê bên çikandin.

* Ji bo gihandina alîkariyên însanî û lekerî ji bo Kobanê, rê bê vekirin û heta xeteriya DAI'ê bê beralîkirin, korîdora derbasbûnê ya ewle, vekirî bê hitin.

* Pêwîste hikûmet dest ji kodên xwe yên dîrokî ku Kurdan mîna gefekê dibîne berde, kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê nas bike û bi wan re têkiliyê deyne.

* Pêwîste hikûmet tavilê dest ji hewldanên 'herêma ewle' ya ji bo tenêhitina kantonên Rojava difikire bike, berde.

* Ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî divê bi lezgînî gav werin avêtin û li dora stratejiyeke hevpar a parastinê kombûn pêk were.

* Ji bo alîkariya çekên giran û ji nû ve çêkiririna avahiyên ji ber pevçûnan xera bûye, di asta navneteweyî destekî alîkariyê bê dirêjkirin.

* Pêwîste dewlet, Neteweyên Yekbûyî û UNICEF tavilê bi Koordînasyona Kobanê re bikeve nava diyalogê û ji bo bi deh hezaran Kobaniyên koçber, alîkariya pêwîst pêkê bikin.

* Hikûmet divê li ser birîndaran bes polîtîkaya antajê bike.

* Pêwîste qeydên Kobaniyan ên li cem AFAD'ê bi lezgînî bên temamkirin û xizmetên tenduristiyê ji her kesên hem li hundir hem jî li derveyî kampê re bê dayîn.

* Ji xizmetên tenduristiyê bên dayîn doktor bên wezîfedarkirin û kar û barên pêwîst di vî warî de werin kirin.

* Divê êdî ji Kobaniyan heqê derman û reçeteyê neyê stendin.

* Xizmeta ambûlansa hewayê ya ji bo veguhastina birîndaran li nexwexaneyên derdorê û projeya Nexwexaneya Sehra yên ji aliyê rêxistinên tenduristiyê ve hatin pêniyarkirin, divê bi lezgînî bikevin meriyetê.

* Li gel xizmetên tenduristiyê divê ji bo Kobaniyan bernameyeke desteka psîko-sosyal jî bê dayîn.

* Wezareta Tenduristiyê pêwîste Kobaniyan li bernameya derziyê ya li tevahiya Tirkiyeyê tê meandin, bicih bike û ji bo vê kampanya bide destpêkirin.

* Rêxistinên jinan ên li Kurdistan, Tirkiye û qada navneteweyî ji bo jinên Kobaniyî yên travma er jiyane, seferber bibin.

* Li konan, pêwîstî bi aktîvîstên jinan hene ku karibin bi hêsanî bi jinan re diyalogê deynin.

* Rewa wargehên ji konan, divê li gorî ert û mercên zivistanê bên amadekirin, pirsgirêka germkirinê ya li wargehan bê çareserkirin.

* Li wargehan ji bo perwerdeya zarokan bi lezgînî pêwîstî bi dibistanên prefabrîk heye. Hewcehî bi mamosteyên dildar ên bi Kurdî dizanin jî heye. Lewma divê konên fitarê yên aredariyên herêmê, destpêkê pêkêî xizmetên dibistan, kre û civakî bên kirin.

* Divê li wargehên ji konan, projeya cihê utina kincan bikeve meriyetê."

475 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE