rokeke ntxar
Dem : 2014.12.19  13:34:42
Li Tirkiyey her roj cnayetn jinan zde dibin hinek byer awa dibin roka jina bi nav D.S. a ku mehek ber bi muhra mela hat zewicandin rast deta hevser xwe hat awa pk tn nber e.

Li Tirkiyeyê her roj cînayetên jinan zêde dibin û hinek bûyer çawa çêdibin çîroka jina bi navê D.S. a ku mehek berê bi muhra mela hatî zewicandin û rastî îdeta hevserê xwe hat çawa pêk tên ênber e.

Qetilkirina jinan a ji aliyê himendiya zilam ve di bin navê "întîxarê" pêk bên her roj berdewam dikin. Bi taybet di demên dawî de gelek jin di bin navê întîxarê de hatin qetilkirin û agahiyên derdikevin holê bûyeran gumandar dike. Li navçeya Hezro ya Amedê jina bi navê D.S. a 17 salî bi zorê hate zewicandin û du roj bêrê bi îdîaya "întîxar" kir jiyana xwe ji dest da. Titên D.S. jiyîn heke întîxar jî be çawa ber bi întîxarê ve birin nîan didin.

D.S. a ku bi malbata xwe re li gundê Munus ê navçeya Hezroyê dijî demek berê bi xizmeke malbatê yê astengdar ê li Bismîlê ve hate nîankirin. Di vê navberê de D.S. bi dezgirtiyê xwe re diaxive û ji wî re dibêje naxwaz bi wî re bizewice. Lê dîsa jî mehek berê D.S. bi heman kesî re bi mehre mela hate zewicandin û bibin Bismilê. D.S. mehekê li Bismîlê zewicî ma û herî dawî rastî îdeta hevser û bavê hevserê xwe hat. Herî dawî 5 roj berê D.S. rastî îdeta bavê hevserê xwe hat. Di nîqaa derketî de xwezûrê wê qirika D.S. bi kêr birî. Li ser vê yêkê D.S. rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Amedê û hevser û xwezurê wê jî hatin binçavkirin.

Bi çeka pompayî li dilê xwe da (?)

Pitî agahî dan malbata D.S. bavê wê ji bo wê birgire hat nexwexaneyê. Pitî dermankirinê bavê wê D.S. bire gundê Munus ê Hezroyê. D.S. du rojan li wir ma û ji aliyê bavê wê ve bire Nexwexaneya Dewletê ya Hezro pansuman kir. Di 15'ê kanûna 2014'an de li gorî îdiayê malbatê xwest D.S. careke din bibin mala hevserê wê. Li ser vê yêkê nîqa derket û pitî nîqaê hate îdîakirin ku D.S. întîxar kir. Li gorî îdiayê dema malbat li baxçeyê malaê D.S. li malê tenê ma û bi çeka pompeyî întîxar kir.

Pit re cenazeyê D.S. ji bo otopsiyê rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Selehattîn Eyyubî ya Amedê. Pitî otopsiyê D.S.li gundê Munusê hate definkirin. Têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin û balkêe malbat ji çapemeniyê re naxwaze biaxive.

331 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE