'Gelo mirovek dikare v hovtiy bike?'
Dem : 2014.12.19  13:35:24
eteyn DAI', her roj li Koban svlan hedef digirin. Svln di rn DAI' de zarokn xwe yn bik xizmn xwe winda kirine dibjin, "Gelo y mirov be dikare v hovtiy bike? Ev ne mirov in."

Çeteyên DAI'ê, her roj li Kobanê sîvîlan hedef digirin. Sîvîlên di êrîên DAI'ê de zarokên xwe yên biçûk û xizmên xwe winda kirine dibêjin, "Gelo yê mirov be dikare vê hovîtiyê bike? Ev ne mirov in."

Çeteyên DAI'ê li her cihê dagir dikin, çi bi çek çi jî bê çek her kesî hedef digirin û bi rêbazên hovane wan qetil dikin. Van komkujiyên xwe jî bêyî dudiliyê, li ser navê "Îslamê" di malperên xwe de diweînin. Êrîên li hemberî Kobanê ket roja 95. Çeteyên DAI'ê yên derbên giran ji ervanên YPG/YPJ'ê dixwin, hema hema her roj bi topên hawanê û çekên giran êrîî herêmên sîvîl lê dijîn dikin."

Ji ber êrîa pêr a çeteyên DAI'ê ya bi topa hawanê, yek jê zarok 3 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 sîvîl jî birîndar bûn. Fatma Mislim a di êrîa DAI'ê de kurê wê Mistefa Ebûd û hevserê wê yê ji pêkhateya Ereb Ehmed Ebûd (50) jiyana xwe ji dest dan û zaroka wê Emîra Ebûd a 16 salÎ birîndar bû, anî ziman ku pitî êrîên DAI'ê ew ji gund derketine û got, "Em jî bi hevser û zarokên xwe re, li cem xizmên xwe yên li gundê Tewo bicih bûn. Ji bo heywanên me telef nebin, me sê mehan li ber xwe dan lê belê pitî ku çeteyan êrîî wir jî kirin, me xwe li xeta sînor girtin. Hevserê min heywanên me derbasî Tirkiyeyê kir, lê belê li wê derê gelek ji me hatin dizîn, yên mayî jî bi nîv buhayî firot. Dema em li ser sînor bûn lekerên Tirk gaz diavêtin. Ji ber ku me nikarîbûn xwe lê rabigirin, em hatin nava bajêr. Di dema êrîê de ez li cem cîranan bûm. Dema hatim malê min bihîst ku top li mala min ketiye. Van zalimên DAI'ê mala min ewitandin. Kurê min hînê 12 salî bû, kezeba min ewitî, jiyana min qediya."

Fatma Mislim li ser serê kurê xwe yê birîndar pirsa "Gelo yê ji xwe re dibêje ez mirov im, dikare hovîtiyeke bi vî rengî bike?" kir û got, "Ev ne mirov in. Ji xwe re dibêjin Misilman in. Lê gelo Misilman serê mirovan jê dike? Hovîtiyê dike? Misilmantiyeke bi vî rengî nabe. Dema top li malê ket, ji ber ku keça min li odeya pit bû, ji destê xwe birîndar bû. Lê dema bav û kekê xwe di nava xwînê de dît, oq derbas kir. Hînê nikare bê ser hiê xwe û nikare razê."

'Em ê li ser axa xwe bi rûmeta xwe bimirin'

Ji xizmên malbata Ebûd Bîlal Tirkî jî anî ziman ku ji ber DAI'ê wan her titê xwe terikandine û got, "Gelo ev mirovahî ye? Ev ne karê Misilmantî û mirovahiyê ye, karê hovan e. Hawanan diavêjin me. Em di reweke zehmet de ne, lê çi dibe bila bibe ew ê negihêjin armanca xwe. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Em ê li ser xaka bi rûmeta xwe bimirin. Top jî li ser me bibare, xaniyên me jî hilwee, zarokên me jî bimire, em ê xaka xwe neterikînin. Li ûna çûyîna Tirkiyeyê, em ê li ser xaka xwe bimirin."

Bavê Ezîze Kîno ya 8 salî ku di 12'ê Mijdarê de di êrîa hawanan a çeteyan de jiyana xwe ji dest da Kerho Kîno jî an ziman ku ev zilma DAI'ê ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn û got, "DAI ji deverên cuda yên cîhanê zaliman kom dike, gelo çi karê wan li vir heye? Ji me çi dixwaze? Li bajarê bi hezaran sîvîl hene û çete her roj hawanan diavêje cihê sîvîlan. Ji ber hawana wan keça min a 8 salî ehîd ket. Ne wesayît bi me hitin ne jî xanî, çi ji me dixwazin? Dibêjin Kobanê 'Qûdis' e. Qûdis ne vir e, Îsraîl e, eger gelekî Misilman in bila biçin wê derê. Misilman misilmanan serjê dike? Mirov ji bo axa xwe dimire. Em ê jî ji bo Kobanê bimirin, lê xaka xwe neterikînin. Xwîna ewqas ciwanên me herikîn, em çawa dikarin vê xakê biterikînin? Divê ev çete ji kokê ve bên rakirin. Ji ber ku ti eleqeya van bi mirovahiyê re nîne."

353 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE