Mal  -  ROJANE
Du sal ber provaya qetlam kirine
Dem : 2014.12.19  13:36:10
Operasyona "Vegera jiyan" ya 19' kanun b sedema mirina 150 girtiyn siyas. ahid komkujiy Mehmet Guvel an ziman ku 2 sal beriya komkujiy prova hatine kirin hovtiya dewlet vegot.

Operasyona "Vegera jiyanê" ya 19'ê kanunê bû sedema mirina 150 girtiyên siyasî. ahidê komkujiyê Mehmet Guvel anî ziman ku 2 sal beriya komkujiyê prova hatine kirin û hovîtiya dewletê vegot.

Operasyona "Vegera jiyanê" wekî rûreiyekê di dîroka dewleta tirk de cih girt. Di heman rojê de li ser 20 girtîgehan operasyon hat lidarxistin, 28 girtî bi guleyan û ewitandinê hatin kutin, 122 girtî di greva birçîbÎunê de jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 600 girtî seqet man. Girtiyên oreger li hember Girtîgehên Tîpa F, rojiya mirinê dan destpêkirin û di roja 60'emîn ya grevê de bi tevlibûna 8 taburên cendirmeyan û bi hezaran lekerî operasyon hat destpêkirin. Di operasyonê de bombeyên dest, gule û 20 hezar bombeyên gazê hatin bi kar anîn. Li ser komkujiyê re 14 sal derbas bûn, lê heta niha tu pêveçûn nîn in.

'Beriya operasyonê prova dikirin'

ahidê komkujiyê Mehmet Guvel ku wê demê li Girtîgeha Bayrampaayê bû behsa komkujiyê kir û wiha got: "Beriya operasyonê li hinek girtîgehan prova kirin. Li Bayrampaayê derdiketin banê girtîgehê û me digot ev çi dikin, digotin li hember zivistanê amadekarî dikin. Çapemeniya tirk nûçeyên 'Li girtîgehan dewlet nîne', 'Terorîst girtîgehan rêve dibin' nûçe çêdikirin û bingeha operasyonê amade dikirin. Em li bendê bûn, êrîeke cidî pêk bê. Li hember vê greva birçîbûnê destpê kir. Ji me re digotin 'an hûn ê teslîm bibin, an jî bimirin'. Lê me teslîmbûn qebûl nekir."

'Ji her derê gule dibarandin'

Guvel wiha behsa amadekariyên ku li girtîgehan dikirin, kir: "Me amûrên barîkatan amade kir. Me ji ûeyên avê, maskeyên gazê çêkir. Li hember êrîê 24 saetan nobet girt. Me li hember êrîê bedena xwe kir mertal. Di 19'ê kanunê saet di 04:30'an de hevalên nobedar bang kirin. Gotin operasyon heye. Bi guleyê hevalekî nobedar xistin. Gotin teslîm bibin û gule barandin. Li girtîgeha Bayrampaayê, li gor cihê razanê û li jêr jî cihê xwarinê bû. Em çûn cihê xwarinê. Li hember guleyan me mase, wekî barîkat bi kar anî. Ji her derê gule dibarandin."

Gule berdan kesên ku govend digerandin!

Guvel da zanîn ku têkoerên di greva birçîbûnê de jî girtiye û ew birine bin pêlekan û wiha got: "Girtiyên din di koguên ku têde bûn asê man, bi guleyan êrîî wan dikirin û du girtiyan li wir jiyana xwe ji dest da. Ji ber gaza u zêde dihat avêtin bandora maskên me yên ku me ji bîdonên avê çêkirin ne ma. Em hatin asta ku bifetisin. Me got em derkevin derve. Me deriyê hewê vekir, em derketin hewê û me govend gerand. Dema me dest bi govendê kir matmayî man û gulebaran rawestandin. Pitre carekdin dest bi gulereandinê kirin."

Guvel destnîan kir ku pitî lekeran gule li wan barandin carekdin vegeriyane koguan, lê ji ber gaza ku zêde avêtin wan ne dikarî nefesê bigirin û wiha axivî: "Nûnerê me derî vekir û got; 'em derdekevin' ji me re gotin; 'derkevin lê destên xwe rakin.' Dema me got mirî û birîndarên me hene ji me re sediye avêtin. Dîwarê hewê hilwewandin û pêlekên wesayîta îtfayeyê da ber. Despêkê me hevalên xwe yên ehîd ketine, pitre jî yên birîndar me anîn xwarê. Herî dawî em hatin xwarê. Korîdorek dirêj avakiribûn. Di destê lekeran de cop, li me xistin û em birin cihekê ku weke embarê. Pitî em li wir sê saetan hitin, destên me li pitve kelepçe kirin em xistin wesayîtan û birin girtîgehên cuda."

Gaza kîmyewî avêtin koguên ku jin têde dimînin

Guvel bi lêv kir ku di navbera koguên ku jin lê dimînin û yên zilaman de mesafeyek dirêj hebû, wan xewst xwe bigihînin hevalên xwe yên jin lê ji ber gulebaranê ne karîn xwe bigihînin wan û wiha got: "Di dema êrîan de bombeyên ku di hewê de avêtin koguên hevalên jin, bandor li ser cihên bi cil ne dikir. Lê cihên vale yên weke rû, dest, guh û cav bi gazê bandor bibûn. Ev gaz ne avêtin koguên zilaman. Di heman demê de bombeyên agir avêtin hundir. Dema di koguên jinan de agir derket gotin em avê di avêjin lê di nava avê de gazek ku la diewitîne hebû. Vê carê xiraptir bû û pitir diewitand. Hevalên jin yên li jor hinek hatin beên jêr lê hinek asê man û ew bi sazî ewitandin û qetil kirin. Pitî wê qetlîamê parêzer û malbat ji lêkolînan bikin hatin girtîgehê. 4 hevalên jin yên ehîd ketin hatin tehîskirin lê du hevalên jin ne hatin tehizkirin. Malbatan gotin hemû zarokên mene yekê tu yekê ez bigirim û cenaze birin."

Girtî wek 'bersuc' tên darizandin

Li gorî axaftina Guvel di ser komkujiyê de 14 sal derbas bû û lê ligel dozên ku hatine vekirin jî tu encam nehatiye girtin. Parêzer Guçlu Sevîmlî der barê pêvajoya hiqiqû ya ku malbat û parêzer dane destpêkirin de agahî da û da zanîn ku pitî komkujiya ku pêk hatiye, di pêvajoya lêpirsîna dozgeriyê de di nava salan de gelek doz hatine vekirin û wiha got: "Di dozên ku hemû hatine vekirin de, kesên girtiyên ku ji qetlîamê sax filitîne, weke bersuc hatine darizandin. Her wiha îdiaya ku girtî hevalên xwe kutine jî heye. Dozên wekî ku 'zerarê dane amûrê dewletê', 'Serhildanê pêk anîne' der barê wan de hatine vekirin û hêjî weke bersuc tên darizandin."

'Darizandinek nimûne pêk tê'

Sevîmlî anî ziman ku di doza kul i 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran de ya Anodoliya Kartalê tê dîtin de 260 kes wekî bersuc tên darizandin û wiha dom kir: "Her wiha li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran Bakirkoyê jî 39 lekerên bi rutbe bi sucê ku 'Bi zanebûn mirov kutine' tên darizandin û ev doz jî berdewam dike. Her wiha di doza ku 260 leker wekî bersuc tên darizandin jî di dozê pratîkek neba pêk tê. Dadgeh bi tu awayî ji bo rastiyan derxe holê tu hewldan nîan nade. Em weke parêzerên mudaxîl dozê diopînin. Lê tu daxwazên me nayên qebûlkirin. Bi salan in tu pêketin pêk nehatiye. Bersûc nayên daneînê jî. Darizandinek nimûne pêk tê.

'Berpirsiyarê komkujiyê nehatine darizandin'

Sevîmlî diyar kir ku di dozên ku pêk tên de, tenê lekerên ku di asta er de ne tên darizandin û wiha pêda çû: "Lê em ba dizanin ku di vê operasyonê de fermandar, lekerên paybilind, burokrat cih girtine. Lê hêjî ew derneketine ber darazê.Sevîmlî bi lêv kir ku cara yekem der barê tabura komando de doz hatiye vekirin û ev yek jî di çarçoveya dozê de pêketinek girîng e û wiha bi dawî kir: "Cara yekem ji ber komkujiya Sagmacilar û Umraniye yê der barê kesên bi paye bilind de doz hatiye vekirin û ger vê dozê pêk bê dê beek berpirsiyarê vê komkujiyê bên darizandin. Ji bo ku kujer bên darizandin çi ji destê me bê em ê bikin û têkoîna me jî berdewam bike."

407 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE